Di tevahiya dîroka Kurdistanê de jinên Kurd bûne xwedî rolek sereke û di her kêliyê de ji bo parastina çand, nasname û axa welat kedek bê hempa dane. Rêhevala me Bêrîtan Fuat jî yek ji van jinên leheng û xwedî hêza parastina axa welatê xwebû. Em di serî de ji mimarê jiyana rast Rêber Apo, malbata xwe ya hêja, welatparêz û gelên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya rêheval Bêrîtan nû dikin.
Di dîroka berxwedan û têkoşînê de gelê me yê Botanê bê navber bûne pêşengên berxwedanê. Bi têkoşina jina leheng Binevş Agal re ev rihê serhildan û berxwedanê bûn çanda jinên Botanê û di her kêliya têkoşînê de jinên Botanê yên berxwedêr bûn pêşengên jiyan kom-komînalîteya gelê Kurd û di her henaseyek de pêşengên jiyanê jinan, ala berxwedan û welatparêziyê li lûtkeyên herî jor ve rakirin. Rêhevala me Bêrîtan Fuat jî yek ji van jinên berxwedêre ku ji malbatek me ya li ser çanda tolhildanê ya Botanê mezin bibû. Hevala Bêrîtan di temenê xwe yê zaroktî de tevgera Apoyî nasdike û dildariya xwe ya bi welatre her ku diçe kurtir û xurtir dike. Ji malbata me ya hêja birayê hevala Bêrîtan, Fuat Amed jî di nava tevgera şoreşê de li ser axa Kurdistanê de bûye xwedî têkoşînvanekî hemdemî û wêrekiyekî mezin gihiştiye asta şehadetê. Di pêvajoyên serhildana gelan de kelecana heval Berîtan ya hezkirina li beranberî welat û azadiya Kurdistanê gurtir dibe û di sala 2012’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û tevlî nava refên YPJ’ê dibe.
Ew jî dibe yêk jî pêşenga ku di yekem pêngavên şoreşê de rol û mîsyonekî giring hildide ser milê xwe. Di pêvejoya êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de gelek jinên ciwan yên Bakurê Kurdistanê sînorên bê wate rakirin û di Rojavayê Kurdistanê de ji bo parastina gel û xaka mezopotamyayê berxwedan. Li beramberî êrîşên çeteyan dest avêtin çeka xwe û mil bi mil ji bo hebûna gelê Kurd û gelê heremê, têkoşîn kirin. Têkoşîna jinên Kurd ya ku pêşengtiya hemû jinên heremê dike bandorekî pir mezin avakir. Ji bo vê ji çar aliyên Kurdistanê bi bandora berxwedaniya jinan berê xwedan şerê azadiyê. Rêhevala me hem demê herî zehmet yên şerê Rojavayê Kurdistanê de hem jî pevajoya avabûna pergala xweseriya demokratik de rolekî mezin lîst. Rêhevala me bi fedekarî û azweriyekî mezin tevlî jiyanê dibû. Ruxmê milê tendurîstiya xwe de pirsgirêk jiyan dikir jî lê belê tu caran xwe ne ji jiyanê, ne jî şer dida paş. Jinek dildara welat bû ku hertim ji bo fîkrên Rêber Apo jiyanî bike têdikoşiya.

Nav û Paşnav: Berîtan FUAT
Nav û Paşnavê Rast: SARYA KOCABEY
Navê Dayik: HATİCE
Navê Bav: ŞAHİN
Dîroka Şehadetê: 20.12.2025
Rêheval Bêrîtan bi salan bû ku li beramberî nexweşiya gurçikan têkoşîn dikir. Di roja 20’ê Çileya 2025’an de gava li nexweşxanê dibin çavdêriya bijîjkan de bû, di encama nexweşiyê de rêhevala me gîhişt asta şehadetê.Em dubare xemgîniya xwe didin diyar kirin û ji malbata hevala xwe re û hemû gelên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin. Emê tucaran qehremanên ku dane li ser şopa Bêrîtanan û îro bûne Bêrîtanên gelê heremê û cîhanê bîrnekin. Em dubare soza xweya ku xeyalê şehîdên xwe pêkanînê dubare dikin. Emê hertim ji bo azadiya hemû jinan û hemû gelên bindest têbikoşin.
Fermandariya YPJ’ê
24.12.2025











