Xelkê Kobanê Li Dijî Êrîşên Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê Bi Girseyî Herikîn Qadan Û Banga Edaletê Kirin

135

Xelkê kobanê bi hêrseke mezin herikin qadan, êrîş û binpêkirinên li dijî sivîlan ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar kirin. Kobaniyan piştgiriya xwe ji bo gelê Şêx Meqsûd  û Eşrefiyê anîn ziman û daxwaza aştî û ewlehiyê kirin.

Îro di saet 12’an de bi hezaran xelkên Kobanê û endamên saziyên sivîl û leşkerî, ji qada Şehîd Arîn Mîrkan dest bi meşê kirin û heya navenda sûkê meşiyan. Li sûkê li ser navê meşvanan daxuyaniyek hate dayîn.

Beriya daxuyaniyê li ser giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre Endama Komîteya Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Suad Şêx axivî û ev êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: ‘Çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê û dewleta Tirk a dagirker îdîa dikin, ku li ser navê ol tevdigerin û niha li dijî gelê me komkujî û wêraniyê dikin. Em van kiryarên barbar ên li dijî gelê xwe bi tundî şermezar dikin û em ê nehêlin ku ew bihostek jî axa me bigirin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bimeşin û tola wan li erde nehêlin. Herwiha daxwaza bidawîanîna binpêkirinan û parastina sivîlan û dadgehkirina sûcdaran hat kirin.’

Navenda Ragihandina YPJ

13-01-2026