Di çanda Kurdan de, kezî şertê xweşikiyê yê asayî nîn e. Ew di stran, destan, gotin û bîranîna gel de wekî şeref û rûmeta jinan tê zanîn û pênasekirin. Jêkirina porê jinekê, bi taybetî bi zorê, tawana bedena jinan û hilanîna nasnameya wê ye. Ji ber vê yekê, di şertên şer û kaosê de, her car hêzên hov por dikin armanc. Di eslê xwe de ew jin û civakê dikin armanc.










