Home 2026 Jinên Kobanî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan

Jinên Kobanî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan

243

Bi sedan jinên bajarê Kobanê ya dorpêçkirî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava meşek bi dirûşma “Bi îradeya jina berxwedêr, em ê şoreşê û hebûna xwe biparêzin” li dar xist.

Xûnav Xelîl qutkirina keziya şervana YPJ’ê ji aliyê çeteyekî ve şermezar kir û got: “Bi milyonan kezî hene. Jinan bi keziyên xwe şoreş dest pê kir û heta niha bi keziyên xwe li ber xwe didin. Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşa Rojava û hebûna jinan biparêzin.”

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.