Home 2026 Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

47

Em di serdemekê wisa dane ku dîrok bi xwîna lehengên azadiyê tê nivîsandin. Her kêliya vê têkoşînê bi felsefeya “berxwedan jiyane” watedar dibe û bi vîna jinên ku bûn manifestoya azadiyê, digihîje lûtkeyan. Hevrêyên me Zeyneb Çirav û Berçem Çiya bûn şopdarên heqîqetê, nûnerên felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û mîmarên jiyaneke nû; wan di refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê de mohra xwe li dîrokê xistin.

Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber APO re, ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Zeyneb Çirav di dîroka têkoşîna azadiyê de ne tenê wek şervanekê, wek sembola felsefeya Jina Azad cihê xwe girt. Hevrê Zeyneb di nav herikîna dîrokê de bû bersiva herî bi heybet a li dijî tarîtiyê. Têkoşîna wê ne tenê şerekî çekdarî, lê di esasê xwe de şerekî îdeolojîk û felsefîk bû ku li dijî paşverûtiya civakî û dagirkeriyê dihat meşandin. Hevrê Zeyneb felsefeya “Xwebûn”ê di kesayetiya xwe de şênber kir. Wê dizanibû ku azadiya civakê di azadiya jinê de veşartî ye. Ji ber vê yekê, her gaveke xwe ber bi heqîqetê ve avêt.

Wê îspat kir ku parastina jiyaneke azad bi hişmendiyeke kûr a îdeolojîk ku xwe dispêre paradigmaya demokratîk û ekolojîk pêkan e. Di mercên herî giran ên Rojava de, bi vîneke ku sînoran nas nake, bû mînaka herî zelal a “Milîtaniya Apoyî”. Bi fedakariya xwe ye di jiyana şoreşgerî de, wekî  çirayekê rêya hevalên xwe ronî dikir. Ji bo hevrêya me Zeyneb, welatparêzî ne tenê hezkirina ji axê ye; parastina rûmet, çand û hebûna gelekî ye ku di bin pencê qirkirinê daye. Welatparêziya wê di dilsoziya bi şehîdan û Rêbertiyê re dibû yek. Wê canê xwe kir pira azadiyê da ku nifşên nû li ser wê axê bi rûmet bijîn. Hevrêya me Zeyneb Çirav îro di kenê zarokên Kurdistanê, di berxwedana jinên azadîxwaz û di her bihosta axa Rojava de dijî. Ew bûye nasnameya vîna ku teslîmiyetê qebûl nake. Hevrêya me Zeyneb Çirav di dîroka 26’ê Tîrmeha 2019’an de, di qezayeke leşkerî de tevlî karwanên nemiran bû.

Dina Elî (Berçem Çiya) mînakeke girîng a biratiya gelan û vîna jinên azad e. Weke jineke ereb ji bo azadiya tevahî jinên Sûrî berê xwe da nava refên azadiyê. Hevrêya me Berçem nîşan da ku doza azadiyê sînorên netewperestan nas nake. Tevlîbûna wê ya ji nava civaka ereb a Reqayê, peyama “Neteweya Demokratîk” bi pratîkî zindî kir. Weke jineke ciwan, wê li dijî zihniyeta paşverû serî hilda û di nava refên YPJ’ê de cih girt da ku hemû jinên herêmê biparêze.

Hevrê Berçem bi kesayetiya xwe ya fedakar û dilnizm dihat naskirin. Ew îro wekî sembola jinên ereb ên ku di riya azadiyê de şehîd ketine tê bibîranîn. Wê fedakarî dikir da ku nîşan bide ku azadî aîdî hemû mirovahiyê ye; ew bû dengê yekîtîya gelan û vîna jinên ereb ên ku li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê serî hildan. Hevrêya me Berçem di sala 2024’an de, di êrîşeke hovane ya çeteyan de tevlî karwanên şehîdan bû, lê mîrateya wê ya têkoşînê îro di nava hemû pêkhateyên herêmê de mîna ronahiyekê berdewam dike.

Em soz didin; ew çiraya ku Zeyneban vêxistiye wê tu carî neyê vemirandin û ew axa ku Berçeman bi gavên xwe pîroz kiriye, wê tu carî ji dagirkeran re neyê hiştin. Tolhildana me ya herî mezin, avakirina jiyana azad e. Emê ala serkeftinê li lûtkeyên herî bilind ba bidin û heta dawiyê em ê şopdarên heqîqeta şehîdên xwe bin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Fermandariya Giştî ya YPJ

13.05.2026

Nav û Paşnavê Kod : ZEYNEB ÇIRAV

Nav û Paşnavê Rast : ZEYNEP ELİNÇ

Navê Dayik : BEDİA

Navê Bav : ALİ

Cih u  Dîroka Şehadetê : 26/7/2019

Nav û Paşnavê Kod :  BERÇEM ÇİYA

Navê Dayik  : FATMA

Navê Bav : MEHMUD

Cih u  Dîroka Şehadetê  : 2024