Şervanên YPJ’ê yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb, ku cihê xwe di çeperên herî pêş ên berxwedanê de digirin, destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû cûre êrîşan bê bersiv nemînin û gelê xwe û xaka xwe biparêzin.
Ji 6’ê Çileyê ve hikûmeta veguhêz a Şamê bi tundî êrîşî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Xelkê herêmê li dijî xeterî û hemû gefên dagirkirinê parastina tax û kolanên xwe dikin. Pêkhateyên Kurd û Ereb jî îro di vê berxwedanê de, li çeperên herî pêş parastina destkeftî û rûmetê dikin.
Şervanên YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkerî û komkujiyan ev peyam da:
“Em di wê baweriyê de ne ku çi êrîşên ku li ser gelê me werin meşandin, em ê wan vala derxînin û em ê rê nedin ku dijmin derbasî ser xaka me bibe. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe ji bo vî gelî û vê axê bidomînin.”
Şervanan di dawiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ û YPG” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.










