Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê bi daxuyaniyek kampanyaya navneteweyî ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê ya nû de ragihand. Daxuyanî li stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajêr bi amadebûna bi dehan çalakvan û endamên rêxistinên jinan her wiha rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê 29 tevger, rêxistin, sendîka û partiyên siyasî yên jinan ve hat îmzekirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat xwendin wiha bû: “Ji bo parastina şoreşa jinan û temînata Sûriyeya demokratîk, ji bilî naskirina destûrî tu alternatîfeke din tune ye.”
Berî her tiştî, em bi bejna xwe li hemberî jin û şehîdên pêşeng, ên ku bedena xwe kirin pire û îradeya xwe kirin rê ji bo me, bi rêzdarî ditewînin. Wan me ji tarîtiyê dûr xistin da ku em bikaribin ber bi ronahî û pêşengiyê ve biçin.
Em, tevger û rêxistinên jinan li Rojava Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û hwd. piştrast dikin ku her destkeftiyek ku em îro diparêzin soza ji bo dilsoziyê ye ji bo mîrateya wan e, em ê nehêlin were windakirin an jî têkbirin.
Dilê me bi êşê û agirê hêrsê hundurê me dedişewitîne, dema ku em şahidiya wehşetên ku ji hêla hêmanên girêdayî fraksiyonên girêdayî hikûmeta demkî ve tên kirin dikin. Kiryarên hovane ku hemû nirxên mirovî binpê dikin, ji avêtina hevala me Denîz ji qata sêyemîn bi kiryarek barbarî bigre heya sûcê birîna porê şervaneke jin. Ev binpêkirin îfadeya eşkere ya zîhniyetek selefîst û serdest a mêran e ku bi nefretê hatiye nixumandin, armanca wê şikandina îradeya jinên ku li ser terorê bi ser ketine ye û hewldanek bêbext e ku civakê bi hedefgirtina sembolên têkoşîn û bedewiyê bitirsîne.
Ji ber vê yekê ,ji qadên jina azad bi hêrseke mezin û cesaretek xurt, em bi giyanek berxwedanê, nêzîkî Roja Jinan a Navneteweyî 8’ê Adarê dibin, em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayek mezin a neteweyî û navneteweyî radigihînin da ku têkoşînê di hemû qadan de dijwartir bikin û têkoşînê mezin bikin. Em ji bo mafên xwe lava nakin; berevajî vê, em civaka navneteweyî û hêzên demokratîk vedxwînin ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Em daxwazên xwe wekî mafên ku nayên guftûgokirin û nayên paşxistin pêşkêş dikin û daxwazên me ev in:
*Parastina eşkere û tezek a destkeftiyên şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hatine bidestxistin, di destûra nû de, da ku parastina wan ji zihniyeta baviksalar, dûrxistin û selefîst ku di dîrokê de hewl daye jinan ji meqamên biryardanê dûr bixe, misoger bike.
* Bicihanîna tevahî mijarên ku di 30’yê Çileyê de li ser hatiye lihevkirin, misogerkirina temamkirina pêvajoyên entegrasyonê û temînata beşdariya bi bandor û serbixwe ya jinan di hemû saziyên leşkerî, siyasî û îdarî de.
*Naskirina destûrî ya pergala “hevserokatiyê” û pejirandina kotaya jinan a herî kêm ji %50 di hemû şaxên dewletê û komîteyên nivîsandina destûrê de wekî temînateke wekheviya tevahî.
*Têxistina bendek destûrî ya zelal a pejirandina Fermana Hejmar 13 der barê parastina mafên zimanî û çandî yên Kurdan de, di heman demê de temînata parastina mafên hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê û cihêrengiya wan a çandî.
*Avakirina komîteyên beşdar ên rastîn bi nûneratiya jinan a berfireh ji bo amadekirina destûreke nû ya demokratîk ku mafên jinan û hemî civakan diparêze û pergaleke demokratîk a ne navendî ava dike.
* Parastina karakter û pergala bêhempa ya Hêzên Parastina Jinan (YPJ) û bi destûrî naskirina wan wekî beşek bingehîn û yekpare ya pergala parastin û berevaniyê, ji bo teqdîrkirina rola wan a dîrokî di têkbirina terorîzmê û parastina nirxên mirovan de.
*Pabendbûna mutleq bi Qanûna Jinan û destkeftiyên mafên qanûnî û sivîl ên bi destketî re û redkirina bi awayekî kategorîk her qanûna ku bindestiyê didomîne yan jî hewl dide rola civakî û siyasî ya jinan kêm bike.
* Eşkerekirina çarenûsa winda û windahiyên bi zorê, tavilê hesabpirsîna hemî sûcdarên sûc û binpêkirinên hovane yên li dijî jinan, û bicîhanîna prensîbên edaleta veguhêz ji bo misogerkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û pêşîgirtina li bêcezatiyê.
* Garantîkirina vegera ewle û dilxwaz a hemû kesên ku ji hundir koçber bûne û kesên ku bi zorê hatine derxistin bo malên xwe bi peydakirina temînatên navneteweyî ku wan ji tolhildanê diparêzin û debara jiyana wan misoger dikin.
*Em bang li civaka navneteweyî dikin ku modela rêveberiya xweser û ezmûna pêşeng a jinan di nav wê de wekî modelek neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyeyê nas bikin ku veguherînek ber bi Sûriyeya demokratîk, piralî û ne navendî ve digre bin temînatê.
Em vê bangê li hemî tevgerên femînîst û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin: Têkoşîna me ya îro xeta dawî ya parastinê ye ji bo nirxên gerdûnî yên azadiyê li dijî tarîtiya selefîst û îdeolojiya baviksalar. Armancgirtina jinên Sûriyeyê kêrek li dilê demokrasiya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn hevpeymanên jinan xurt bikin û zexta navneteweyî zêde bikin da ku piştrast bikin destûra pêşerojê ya Sûriyeyê bi qelemên ku di nava mûreka dûrxistinê û marjînalîzekirina nîvê civakê de hatine şûştin, neyê nivîsandin.
Salên borî me fêr kirin ku rêxistina me keleha me ye û zêdekirina têkoşîna me çarenûsa me ye; ne kuştin dê me bitirsîne, ne jî binpêkirin dê îradeya me bişkînin. Yên ku şoreş çêkirine û rûmeta xwe bi xwîna xwe parastine, tenê yên ku dikarin wê biparêzin û mantiqa “Sûriyeya demokratîk, piralî û ne navendî” ava bikin. Bi soza xwe ya ji bo şehîdan û porê hatiye birîn, em ê li dijî zordariyê hêzeke bêhempa raber biin û em ê nesekinin heya ku destkeftiyên xwe di destûrê de bi cih neynin, bi îradeya rêxistinê û hêza maf biparêzin.”
Îmzekar:
Kongra Star
Yekîtiya Jinên Suryanî li Sûriyeyê
Yekîtiya Ewlekariya Jinan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan
Hîlala Zêrîn
Yekîtiya Jinên Êzidî li Rojava
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Kesk a Demokratîk
Yekîtiya Parêzerên Cezîrê
Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
Komeleya Jinên Şawşkayê
Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê
Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk
Desthilata Jinan
Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyeyê
Partiya Peymana Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (el-Partî)
Encûmena Dadê
Komeleya Balyozan ji bo Kesên Astengdar
Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê
Rêxistina Rêberan a Aştiyê
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ)
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.











