Şande ji ciwanên Elmanya, Kanada, Îtaliya, Libnan, Fransa Danîmarka, Katalonya, Yunan û ciwanên Kurd a li dervayî welat û aktivîsta rojnamevanan a ekolojist ya tevgerên feminîst pêk dihat serdana fermandarıya YPJ’ê kirin.
Berdevka YPJ’ê û Endamên Konseya Leşkeri ya YPJ’ê ameda bûn. Mijarên sereke ya ku hatin nîqaşkirin dîroka têkoşîna YPJ’ê û heya roja îro destkeftiyên ku YPJ’ê di nava civakê de ava kiriye û têkoşîna li diji DAİŞ’ê û têkbirina wan û di pêşerojê de ku YPJ bi çi awayî tevlî şer bibe. Di nava nîqaşan de hat diyarkirin ku ew bi temamî piştgiriya YPJ’ê û têkoşîna wan dikin.











