Home 2026 Li Kobanê jin ji bo piştgiriya YPJ`ê meşiyan

Li Kobanê jin ji bo piştgiriya YPJ`ê meşiyan

88

Li Kobanê jin di çaçroveya bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de de meşek ji bo piştgiriya YPJ`ê li dar xist. Meş bi dirûşma “Bi hûnandina keziyên jinan, şoreşa mirovahiyê tê parastin” bi tevlêbûna bi sedan jinan, şervanên YPJ, Asayîş û endamên tevger û rêxistinên jinan li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir.

Di meşê de alên YPJ’ê û Kongra Star hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ`ê” , “Berxwedan jiyane”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.