Jinan bi sekna xwe ya berxwedêr di tevahiya dîrokê de rolê sereke lîstin. Ew bûn xwedî jiyana birûmet û parastinê ya mîrata jiyana azad; navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de nivîsandin. Di her kêliya jiyanê de, bi têkoşîna xwe ji bo çand, nasname û azadî, bûn xwedî kedekê bêhempa. Hevrêyên me Diljîn Mazlûm û Rûken Çilaxa bi seknên xwe ya berxwedêr bûn remza jiyana azad û ji bo tevahî hevrêyên xwe bûn xwedî jiyana biwate. Ew di navbera jiyan û şerê nasnameyê de bûn ronahiyên berxwedanê. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo, ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Diljîn Mazlûm li navçeya Amûdê di nava malbatekê welatparêz de jidayikbûye. Ew di nav eşîra Sirgucî de mezin dibe. Hevrê Diljîn Mazlûm bi sekna xwe ya têkoşer di nav refên YPJ’ê de xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo re bi pêş xist. Wê di rêya jiyana azad de ji bo hevrêyên xwe pêşengtî kir. Di nava jiyanê de xwedî taybetmendiyek dilnizm û fedekar bû. Wê wek jineke şoreşger, xwe li ser bingehên jina azad perwerde kir û bi vê rêgezê tevgeriya. Di nav şer û jiyanê de, ew bû xwedî ezmûnên mezin û girîng. Hevrêya me Diljîn li navçeya Sirînê bi baweriyeke mezin heta henaseya xwe ya dawî jiyana rûmet parast. Bêyî ku gav paşde bavêje, li hember çeteyên dagirker şerê rûmetê meşand. Di dîroka 20’ê Çileya 2026’an de li Sirînê, tevlî karwanên nemiran bû û navê wê di rêza jinên berxwedêr de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.
Hevrêya me Rûken Çilaxa li navçeya Çilaxa di nava malbatekê welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Ew ji pêkhateya Ereban e û di nav eşîra Cewala de mezin bû. Hevrêya me Rûken ji aliye çand û ziman ve, nas kir ku jin dikare di nav her xebatî de cihê xwe bigire û bibe çavkaniya berxwedanê. Hevrêya me Rûken di her pêngavê de ferq dike ku jiyana jinê bi qasî ya axê pîroz û hêjaye. Hevrê Rûken dît ku di nav gelê Ereb de jî jin li bin sînorên kevneşop de dimîne. Lê bawer kir ku jin dikare wan sînoran bişkîne, dengê xwe bilind bike û xwe wek çavkaniya azadî nîşan bide. Ev bawerî bû bingeh ku hevrêya me Rûken xwe di nav refên YPJ’ê de bibîne. Hevrêya me Rûken di nava YPJ’ê de hêza xwe nas kir. li vir xwe liser felsefeya ‘Jin Jiyana Azadî ’ perwerde kir. Hevrêya me Rûken di vê pêvajoyê de wek jineke têkoşer rola xwe lîst û bû xwedî rûmeta jiyan û nasnameya xwe. Hevrêya me Rûken Çilaxa di dîroka 20’ê Çileya 2026’an li Sirînê, tevlî karwanên nemiran bû.
Hevrêyên me Diljîn Mazlûm û Rûken Çilaxa bi sekna xwe ya serhildêr bûn pêşengên jiyana azad. Ew di nav şopa jinên têkoşer de wek du stûnên rûhê azadî rabûn; bi baweriya xwe, bi rûmeta xwe û bi xwedî derketina nasnama xwe rê li ber dîroka nû vekirîn. Em jî, soz didin ku xewn û xeyalên wan ên jiyana azad bi serkeftinê tacîdar bikin. Heta ku em Rêbertî bi fîzîkî di nava xwe de nebînin, em ê bi rûh û baweriya wan têbikoşin. Em li beramberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Em dubare ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
27.02.2026
Nav û Paşnavê Kod: Diljîn Mazlûm
Nav û Paşnavê Rast: Ruha Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Amûdê
Navê Dayik: Evn
Navê Bav: Fesel
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20’ê Çileya 2026/Sirîn
Nav û Paşnavê Kod: Rûken Çilaxa
Nav û Paşnavê Rast: Îman El-Meyah
Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa
Navê Dayik: Umeye
Navê Bav: Faris
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20’ê Çileya 2026/Sirîn










