Di çarçoveya kampanya ku ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de û bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku di 18`ê Sibatê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava ve hate aşkerakirin, bi pêşengiya Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan ên li Rojava, li Qamişloyê meşek hate birêxistinkirin.
Qamişlo
Li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya destkeftiya şoreşa jinan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliye Kongra Star ve hat li dar xistin. Meş bi dirûşma “Jin şoreşa rojava diparêzin” bi beşdarbûna jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê hate lidarxistin. Şervanên YPJ`ê, endamên saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir û li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî bû.
Hesekê
Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û kampa Waşûkanî, endamên meclis û saziyên sivîl ji bo piştgiriya YPJ’ê û parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan û Berdevka YPJ Roksan Mihemed endamên YPJ ji tewlî meşê bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Keziyên jinên Kurd hêz in” û”Jin Şoreşa Rojava diparêzin” hatin vekirin. Alên Kongra Star û YPJ’ê jî hatin hildan û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Meş ji çerxerêya Merşo ya bajarê Hesekê dest pê kir û li qada Aştiyê veguherî mitîngê. Mitîng bi dirûşmên silavkirina YPJ’ê bi dawî bû.
Qamişlo

Hesekê











