Home 2026 Şehîd Şîlan Kobanê Bi Merasîmekê Hate Oxirkirin

Şehîd Şîlan Kobanê Bi Merasîmekê Hate Oxirkirin

66

Îro di saetên sibehê de ji bo Şehîd Şîlan Kobanê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Merasîm li Navenda Çand û Hunera Serdemê çêbû. Di destpêka merasîmê de toreneke leşkerî hate lidarxistin. Piştre di şexsê Şîlan Kobanê de, ji bo giyanê tevahî şehîdên Şoreşê deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sarya Efrîn axivî û di şexsê Şîlan Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn. Wê sersaxî ji malbata hêja ya Şehîd Şîlan û tevahî hevrêyên wê yên têkoşînê re xwest û wiha anî ziman: ‘Şehîd Şîlan ji destpêka Şoreşa Rojava û heta vê kêliyê ku em di pêvajoyek hesas re derbas dibin, bê dudilî di qadên şer de û di qadên birêxistinkirina gel de bi biryardariyek mezin rol lîst û erkên xwe bi cih anîn.’

Fermandar Sarya Efrîn bi bîr xist ku Fermandar Şîlan Kobanê di şerên li Kobanê, Efrîn, Heleb û herêma Cizîrê de cihê xwe girt. Herî dawî di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de wek fermandarekê bi sekna xwe ya bibiryardar pêşengtî kir, derbên giran li dijmin xistin û da nîşandan ku ruhê jina Kurd ne ruhê teslîmiyetê ye, lê ruhê berxwedanê ye.

Di dawiya merasîmê de bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’, cenazeyê Şehîd Şîlan Kobanê ber bi bajarê Kobanê ve hate oxirkirin.

Navenda Ragihandina YPJ

04.03.2026