Îro li bajarê Kobanê, bi beşdariya bi sedan şêniyan, malbatên şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), her wiha nûnerên saziyên sivîl û civakî, cenazeyên Şehîd Şîlan Kobanê û Şehîd Karker Kobanê bi rêz û hurmet hatin oxirkirin.
“Şehadeta wan berdewamiya rûmeta me ye”
Merasîm li Goristana Şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre, Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê axaftinek kir. Arîn Kobanê sersaxî ji malbatên her du şehîdan û hemû gelê Kobanê re xwest û wiha got: “Şehadeta hevala Şîlan û heval Karker, berdewamiya zincîra têkoşîn û berxwedana li dijî her cureyên zilmê ye. Şehîd Şîlan heta kêliya şehadetê, bi vîn û wêrekiyeke mezin bû mînak.”
Soza dilsoziya bi şehîdan re
Arîn Kobanê di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek hêzên parastinê soza şopandina rêya şehîdan nû dikin û dê li ser esasê azadî, rûmeta mirovahiyê û parastina xakê têkoşîna xwe bimeşînin. Di dema merasîmê de, nasnameyên şehadetê (wesîqe) radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Di nav tîlîlî û dirûşman de hatin spartin axê
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her du şehîdan li ser milên girseyê, di nav tîlîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd Namirin” de hatin hildan. Şêniyên Kobanê bi hildana dirûşmên ku nîşana azadî û berxwedanê ne, şehîdên xwe di nava axê de spartin.

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê
5’ê Adara 2026’an










