Kedkarên jiyana azad wê her di nava serfiraziya gelê xwe de bi hemû xweşikiyan werin bibîranîn. Jinên ku bejn û bala xwe bi azadiyê xemilandine wê her di dîroka mirovahiyê de werin jiyandin. Hevrêya me Hêzil Arjîn jî wek evladeke hêja ya li Rojavayê Kurdistanê wê her di nava tevgera me ya azadiyê de were bibîranîn. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber APO re, ji malbata hevrêya xwe ya hêja û ji tevahî gele xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Heval Hêzil Arjîn (Şêrîn Îzedîn), di 16’ê Adara 2005’an li bajarê berxwedanê, li Qamişloyê çavên xwe li cîhanê vekir. Ew wekî kulîlkek di nava axa şoreşê de şîn bû û bi çanda azadiyê mezin bû. Heval Hezil, bi kesayeta xwe ya dilnizm, bi vîna xwe ya xurt û bi evîna xwe ya ji bo azadiya jinê, di nava dilê hevalên xwe de cîhekî giranbuha girt. Wê, ruhê ciwaniyê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re kir yek û di her gava xwe de bû mînaka jiyana birûme. Em wekî rêhevalên wê vîna wê ya ji pola a li hemberî zehmetiyan dilsoziya wê ya ji bo dozê û şehîdan herdem ji xwe re mînak digrin, wekî mîraseke mezin ji bo xwe dibînin. Heval Hezil sembola serhildana li hemberî koletiyê û nûnera meşa ber bi rojê ve ye. Em soz didin ku xeyalên wê yên ji bo welatekî azad û jiyaneke wekhev, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Rêya wê ronahî, bîranîna wê jî herdem wê zindî be. Heval Hezil, bi ruhê çanda Qamişloyê mezin bû û ev ruh di kesayeta wê ya şoreşgerî de veguherî vînek pola. Wê di temenekî ciwan de barê azadiyê girt ser milên xwe û nîşan da ku ciwanî demên herî bi heybet a serhildanê ye.
Taybetmendiyên kesayeta nîşaneya Vîna Jina Azad e. Heval Hezil bîrdoziya rizgariya jinê di her gavên xwe de da jiyîn. Wê bawer dikir ku azadiya civakê tenê bi azadiya jinê pêkan e. Girêdanbûna bi xakê re ji kuçeyên Qamişloyê heta lûtkeyên çiyayan, dilê wê hertim ji bo rûmeta welatê xwe lê dida. Ruhê milîtanî di kesayeta wê de daxwazeke mezin a fêmkirin û pêkanîna jiyana nû afirandibû. Ew nûnera wê nifşê ye ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” kiriye bingeha jiyana xwe. Em îro bi rêzdarî bejna xwe li ber tevahe şehîdên şoreşe ditewînin. Ewê di her straneke azadiyê de, di her tilîliyên dayikên me de û di her çeka ku li dijî dagirkeriyê tê teqandin de bijî. Rêya wê, rêya me ye; armanca wê, soza me ya serkeftinê ye. Heval Hezil, di hemû erkên ku girte ser milê xwe de teqez serketî bû. Berê wê hertim li Rêbertiya azad bû, ji ber wê jî tucara binketin ji xwe re qebûl nedikir. Hertim berê wê avakirina civaka demokratîk û azadiya Rêber Apo bû. Ew li rêbazê xweyê jiyanê de pir xwezayî û dilnizm bû. Rehevala me wekî deryayekî ewqas kur û fireh bû ku di hûndirê xwe de mezinahiya fikre Rêbertî radigirt. Hevala me ya şopdara azadiyê Hezil, di nava jiyanê de fedakar û di şerê xwe de jî fedaî bû. Demên herî zehmet de wek jinek cîwan berê xwe da van qadan û ala ku Arinan hilgirtibû ser milê xwe rakir ezmanan.
Hevala me Hêzil dîroka 21’ê Çilêyê da li hemberî komên çekdar li Reqayê şer kir û tevlî karwanên nemiran bû. Hevala me di jiyan û şerê xwe de hertim bû xwedî sopdarê şehîdan. Em wek hêzên parastinê em herdem li pey doza şehîdên xwe ne. Em wek rêhevalên wê teqez dikin ku heya em bigêhejin serkeftina xakên kevnar yên mirovahiyê û Serokê azad emê dev ji vê tekoşînê bernedin. Em dubare sersaxî ji malbata rêhevala xwe û hemû gelên welatparêz re dixwazin.
Nasnameya Hevrêya Me Wiha Ye:
Nasnav: Hêzil Arjîn
Nav û Paşnav: Şêrîn Îzedîn
Navê Dayik: Necat
Navê Bav: Hisên
Cîh û Dîroka Şehadetê: 21.01.2026-Reqa


Fermandariya Giştî a YPJ’ê
10.03.2026










