Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi merasîmekê şervana YPJ’ê Şêrîn Îzeddîn (Hêzil Arjîn) û şervanên QSD’ê Xorşîd Mehmûd (Diyar Qamişlo), Rizgar Hesen (Şervan Qamişlo), Ehmed Xelîl (Ehmed), Mecîd Korêş (Tolhildan Efrîn), Şêrmar Egîd Xelîl (Devran Qamişlo) bi bîr anîn.
Şehîd li Pakrawangeha Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin. Di merasîma şehîdan de wêneyên şehîdan, alên kurdî hatin hildan, dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bêmirin” hatin berzkirin.











