Siyasetmedar, welatparêz û parêzvanê mafê gelê xwe Salih Muslim çû ser dilovaniya xwe. Îro ji bo me rojeke gelek xemgîne. Em di serî de ji malbata birêz Salih Muslim û tevahî gelê xweyê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Tekoşîn û kesayeta Salih Muslim ji bo me bû pîvanên welatparêziya rasteqîn. Wî her kêliya jiyana xwe bi fedakariyeke mezin kire bin xizmeta gelê xwe. Salih Muslim ji bo şoreşa Rojava kedeke mezin da, bi ramanên Apoyî pêşengtiya civaka xwe kir. Mîrateyeke qedir bilind ya tekoşînê li pey xwe hîşt.
Ji bo bidestxistina jiyaneke azad ji salên destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê heta koça dawî kir jî xwedan sekneke jidil û fedakar bû. Di nava tekoşîna azadiya de bi tevî malbata xwe cih girt û bi kesayeta xwe ye zanist û xwedan rêbazê siyasî di nava civaka xwe de bû xwedî ciheke qedir bilind. Di warî siyasî û civakî de di asteke bilind de xwedî zanista rêveberina civakê bû. Di sîyaseta herêmê de xwedî nêrîn û analîzên berfireh bû. Salih Muslim bi fikir û felsefaya Apoyî kesayeta ava kiri bû. Bi taybet jî di van demên dawî rûxmî rewşa xwe ye tendûrîstî jî ji bo azadiya gelê xwe yek kêlî jî ji xebatan qût nebû, herdem di nava civaka xwe dabû. Di hemû qadan de bi erkê mirovê azad rabû û tu car ji azadiya gelê xwe tawîz neda. Di nava Şoreşa Rojava de xwedî nasnameyên girîng bû; Salih Muslim bi qasî siyasetmedar bû, welatparêz bû, bavê Şehîd û şervanan bû. Salih Muslim bi hemû hebûna xwe bû dengê heqîqeta gelê xwe.
Werekî û sekna Salih Muslim, wê di demokrasî û azadiya gelê me bi destxistinê bibê pîvana tekoşîna jiyaneke azad û bi rûmet. Li hemberî azadîxwaziya jinê bi sekna xwe ye jiyanê rêzdariya xwe nîşanda û bû hevrêyeke rast ya jinan. Ji ber wê jî weke Yekîneyên Parastina Jin di kesayeta tekoşer Salih Muslim de pêkanîna xeyalên şehîdan, erka me ye sereke ye. Wê jiyan û keda Salih Mislim, wî herdem di dil û bîra me de bide jiyîn.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê
12.03.2026










