Li bajarê Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ji bo 10 şervanên QSD’ê merasîmeke girseyî hat lidarxistin.
Li bajarê Kobanê ji bo 10 şehîdan merasîmeke biheybet hat lidarxistin. Di merasîmê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ji fermandarên QSD’ê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Desteya Rêveber a PYD`ê Foza Yûsif amade bûn.
Di merasîmê de Şehîd Lezgîn Kobanê (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanê (Diyar Mehmûd), Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Mislim), Şervan Serêkaniyê (Silêman Mihemed) ku di 18`ê Çile yê de li Dêrezorê şehîd bibûn, her wiha Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed), Rojhat Kobanê (Hogir Cuma) ku di 17`ê Çileyê de şehîd bibûn, Ehmed Têkoşîn (Mûrad Çetîn) ku di 24`ê Çile yê de li Sirînê şehîd bibû, Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku di 1`ê Adarê de li Kobanê şehîd bibû, Mazlûm Emîn (Adil Emîn), Baz Kobanê (Mihemed Mamo) ku di 20`ê Çileyê li Dêrezorê şehîd bibûn, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi amadebûna bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Di merasîmê de Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî axivî û piştra jî Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî anî ziman ku ew soz didin mîrateya şehîdan bigihînin lûtkeyê û got: “Wan têkoşîneke bêhempa kiriye, em soz didin malbatên xwe yên şehîdan ku em ê hemû şehîdan bînin û di goristanên şehîdan de bispêrin axa pîroz.”
Mazlûm Ebdî di merasîmê de têkildarî dîlgirtiyan de jî wiha got: “Em niha ji bo bidestxistina hejmareke girtiyan têdikoşin, wê di rojên kurt ên li pêş me de 300 kes ku navên wan jî û belgeyên wan jî ji me re hatine, dê werin berdan û ji malbat û kes û karên wan re bên şandin. Di heman demê de jî em soz didin gelê xwe ku em ê heta dawiyê mîrateya şoreşê biparêzin, ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe biaxivin û fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, bi nasnameya xwe ya kurdî tevbigerin û ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, em ê têkoşîneke bê hempa bikin. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan biparêzin.”


Navenda Ragihandina YPJ
14-03-2026










