Şervanên Azadiyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) peyamek weşandin.
Heval Barin Efrin piştrast kir, ‘Azadiya Rêber APO azadiya me ye. Em ê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dest bixin, têkoşîn û şopandina rê û îdeolojiya wî bidomînin.’
Heval Gulçiya Hesekê jî axıvî û got: ‘Rojbûna Rêber APO û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan li hev dicivin, ji ber ku Yekîne li ser îdeolojî û felsefeya Rêber APO hatine damezrandin. Em, wekî şervanên ku rêya Rêber APO dişopînin, em ê ji rêça xwe dûr nekevin û heta ku em azadiya Rêberê xwe bi dest bixin, em ê têkoşînê bidomînin.”
Heval Agrî Ararat jî tekez kir ku azadiya jinan azadiya civakê ye û bêyî azadiya jinan, tu civak azad nabe, ji ber ku bi saya îdeolojiya Rêber APO û têkoşîna jinan e ku civak pêşxistiye.
Hemûyan piştrast kirin ku azadiya Rêber APO azadiya hemû gelên bindest ên cîhanê ye.











