Zarokên ku bi çîrokên lehengiyê yên vê xakê mezin dibin, bûne xwedî vîneke ji pola û dizanin kîna xwe ya li dijî dagirkeriyê çawa veguherînin têkoşîneke bêhempa. Bi vê baweriya pîroz, li hemberî hemû êrîşên qirker, wan xwe kirin xeleka ji agir û bûn mertalên rûmeta gelê xwe. Hevrêyên me yên hêja û pêşeng Solîn Rojhilat, Rojeng Jînda û Awaz Çiya, di vê meşa ber bi rojê de bûn findên ronahiyê ku tarîtiya sedsalan diqetînin. Em di serî de ji malbatên hevrêyên me yên bi rûmet û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Di dîroka azadiyê de hinek nav hene ku nakevin bin axê, lê dibin tov û di dilê mîlyonan de şîn dibin. Yek ji van stêrkên geş ku di asoya şoreşê de hilanî, hevrê Solîn Rojhilat e. Ew ne tenê şervanek bû, lê deryayeke ji fedakarî û çemê ku bi coş ber bi deryaya azadiyê ve diherikî. Hevrê Solîn bi biryardariyeke mezin û bi dilekî tije evîna welat, gavên xwe avêtin nava refên YPJ’ê. Di her gava wê de, tolhildana jinên bindest û hesreta axeke azad hebû.
Têkoşîna wê tenê şerekî li dijî dijminê dagirker nebû; ewê şerê avakirina “Jina Azad” û kesayetiya şoreşger dida meşandin. Fedakarî ji bo hevrê Solîn ne tenê gotinek, lê felsefeya jiyanê bû. Wê her kêliya temenê xwe diyarî azadiya gelê xwe kir. Îro navê wê di her qêrîna “Jin, Jiyan, Azadî” de deng vedide û wekî pireke zindî her çar perçeyên Kurdistanê digihîne hev. Hevrêya me Solîn Rojhilat, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di encama êrîşeke dijwar de gihîşt asta şehadetê û bû nemira Kurdistanê.
Sîham Cemal (Rojeng Jînda)
Rojeng Jînda pênaseya jiyaneke nû bû ku li ser bingeha azadiya jinê hatibû hûnandin. Di xeta jina azad de, jiyan ji wateyeke asayî derdikeve û dibe çalakiyeke birdozî û felsefîk. Hevrêya me Rojeng, derketina jinê ya ber bi ronahiyê ve wekî “şoreşa herî mezin a dîrokê” pênase dikir û bi vê baweriyê ket ser şopa heqîqetê.
Dema em dibêjin Rojeng, em behsa wê tîrêja rojê dikin ku bi rengên buharê dixemilîne. Hevrêya me Rojeng nîşana wê yekê bû ku jin êdî naxwaze di bin siya sîstemên zilamsalar de bimîne; ew bi xwe bû çavkaniya ronahiyê. Ew bîranîna wan jinane ku ruhê xwe di ber azadiyê de dan û bûn hîmên jiyana nû. Hevrêya me Rojeng Jînda, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di pevçûneke dijwar a li dijî çeteyên hikûmeta Şamê de bi lehengî şer kir û gihişte asta şehadetê.
Hevrêya me Melek Bozan (Awaz Çiya)
Ji Kaniya Kobanê ber bi lûtkeyên azadiyê ve baskên xwe vekir. Awaz Çiya, wekî keçeke çeleng a Kobanê, bîranîna zindî ya wê axê ye ku di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Ruhê berxwedana Kobanê ya ku cîhan hejand, di kesayetiya Awaz de ji nûve zindî bû.
Awaz di nava şert û mercên herî dijwar ên şer de bû mînaka hevaltiya rast û lehengiya bê hempa. Wê nîşan da ku jineke ji Kobanê, dema bi felsefeya azadiyê xwe biçek bike, dikare bibe fermandara jiyanê. Hevrêya me Awaz Çiya, di 21’ê Çileya 2026’an de li bajarê Reqayê, di encama pevçûneke dijwar de tevlî karwanên nemiran bû û “awaza” xwe di asîmanê azadiyê de nemir kir.
Meşa ku bi Solîn re bû vîn, bi Awaz re bû banga azadiyê û bi Rojeng re bû tîrêja sibeha nû, îro di dilê her şervanekî/ê azadiyê de berdewam dike. Ev hersê hevrêyên me, sê stûnên kelha berxwedanê ne ku li ser axa pîroz hatine avakirin. Em wekî hevrêyên wan, sond dixwin ku em ê ala wan heta serkeftinê hildin û xeyalê wan ê “Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad” pêk bînin.
Nav Û Paşnavê Kod: Solin Rojhılat
Nav Û Paşnavê Rast: Kajin Said
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Navê Dayik: Wesila
Navê Bav: Seîd
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 21-01-2026 – Reqa

Nav Û Paşnavê Kod: Rojeng Jinda
Nav Û Paşnavê Rast: Siham Cemal
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 21-01-2026 – Reqa


Nav Û Paşnavê Kod: Awaz Çiya
Nav Û Paşnavê Rast: Melek Bozan
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Navê Dayik: Xanim
Navê Bav: Ebdulqadir
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 21-01-2026 – Reqa


Fermandariya Giştî ya YPJ










