Home 2026 Meşeke girseyî li Dêrikê piştgiriya YPJ’ê nû kir û daxwaza naskirina navdewletî...

Meşeke girseyî li Dêrikê piştgiriya YPJ’ê nû kir û daxwaza naskirina navdewletî kir

70

Îro li bajarê Dêrikê meşeke girseyî ya gel hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û endamên Yekineyên Parastina Jin (YPJ) beşdarî meşê bûn, da ku peymana xwe ya ji bo rûmeta rola pêşeng a jinê di parastina herêmê û destkeftiyên wê de nû bikin.

Meş ji Qada Azadiyê dest pê kir û di nav coşeke mezin a gel de ber bi navenda bazara bajêr ve meşiyan.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê, endama Kongra Star Wefa Elî gotarek pêşkêş kir û tê de peyameke xurt û rasterast da ku tê de daxwaza dadperweriyê ji bo feda kariyên van hêzan kir û weha got:

“Em wek gel bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin Yekineyên Parastina Jin (YPJ). Îro em daxwaza naskirina fermî ji bo wan dikin; Ji ber dîroka wan a têkoşînê ya dûr û dirêj û rêya tijî feda karî ku bi salan ji bo parastina gel û parastina azadî û rûmeta jinê meşiyane.”

Çalakî di nav atmosfereke pir bi heyecan de bi dawî bû, ku tê de dengê beşdaran bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinê bilind bû û dirûşmeya “Bijî berxwedana YPJ’ê berz kirin, wek peyamek ji bo berxwedanê û teqezkirina li ser piştgiriya gel a ji bo hêzên jinan li herêmê.