Bi boneya Cejna Qurbanê, weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), we pîroz dikin. Em vê cejnê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman , li malbatên fîdakar ên dîlgirtiyên (esîrên) şer ku bi hêvî û rûmet li bende ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahîya gelên suryê û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê diparêzin, pîroz dikin.
Cejn ji bo me wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinê bi her bihayî têbikoşin.
Cejna we pîroz be, her roj we azadî be.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)










