Her herikîna dîroka me ya azadiyê, bi keda mezin û fedakariya bêhempa ya lehengên mîna hevrê Xemlîn Dilbirîn hatiye hûnandin. Îro, wekî şopînerên xeta şehîda xwe ya mezin, rêheval Xemlîn Dilbirîn ku bi felsefe û paradîgmaya jiyana azad meşiya, bi rûmet û minetdariyeke şoreşgerî bi bîr tînin. Îro, em careke din di şexsê şehîd Xemlîn de, hemû şehîdên şoreşê û azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber APO re, ji malbata hevrêya xwe re sersaxiyê dixwazin.
Ferîde Wilo bi nasnav Xemlîn Dilbirîn, ne tenê şervaneke azadiyê bû; ew di heman demê de sembola rûmet, berxwedan û dilsoziya bi xak û gelê xwe re bû. Wê di her gava jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi rûyê xwe yê biken, bi dilê xwe yê tije evîna welat û bi vîna xwe ya ji pola, rê nîşanî me da. Birîna di dilê wê de, ne tenê êşek bû, daxwaz û kîneke mezin a li dijî zilmê û eşqeke bêdawî ya ji bo jiyaneke azad bû. Hevrê Xemlîn, rastiya welatê me yê bindest bi hişmendiyeke kûr a îdeolojîk analîz kir û gihîşt wê baweriyê ku bêyî têkoşîneke radîkal, azadî nayê qezenckirin. Ew ne tenê şervaneke ku li dijî faşîzmê şer kir, ew di heman demê de mîmara afırandina kesayeta azad û jiyana azad bû. Wê pergala kapîtalîst û hişmendiya modernîteya demokratîk bi kûrahî fêm kir û tevahiya jiyana xwe kir bersiva avakirina civakeke exlakî û polîtîk. Hevrê Xemlîn, her kêliya jiyana xwe li ser bingeha pîvanên îdeolojîk û bi milîtaniyeke fedaî bi rê xist. Di şexsê wê de, cewherê mirovê azad ku xwe ji nû ve afırandıye, şîn bû. Ew bû bersiva herî tund a li dijî tasfiyekirin, teslîmiyet û paşverûtiyê. Ronahiya di çavên wê de jî, soza avakirina welatekî azad û wekhev bû. Hevrê Xemlîn Dilbirîn di dîroka 14’yê Adara 2023 li Sed Tişrînê di encama qezayeke leşkeri de gihîşte asta şehadete.
Ala azadiyê ya ku şehîd Xemlîn û hevalên wê hildaye, em ê heta serkeftinê her tim li ba bikin. Jiyan û felsefeya wan a berxwedanê dê bibe ronahiya ser rêya me. Em ê her bihusteke vê xaka pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin. Em dubare sersaxiyê di serî de ji malbata hevrêya xwe ya hêja û gelê me yê welatparêz û ji hemû rêhevalên wê re dixwazin. Em ê pîvanên şoreşgerî, milîtaniya fedaî û felsefeya jiyana azad a ku Hevrê Xemlîn temsîl dikir, di kesayeta xwe de her dem zindî bihêlin. Heta ku em xeyalên şehîdên xwe yên ji bo Rêbertî û jiyanek azad wekhev pêk neynin, em ê kêliyekê jî ranewestin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
29.06.2026

Nav û Paşna : Xemlîn Delbrîn
Nav û Paşnavê Rast : FERİDE WILO
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê : EFRİN 1/1/1995
Navê Dayik : MERYEM
Navê Bav : HENAN
Dîroka şehadete : 14/3/2023











