Home 2026 Gelê kobanê berxwedêr îroj 18 şehîdên xwa oxirkirin

Gelê kobanê berxwedêr îroj 18 şehîdên xwa oxirkirin

29
DCIM100MEDIADJI_0787.JPG

Merasîma  18 Cenazeyên Şehîdan Ji goristana şehîdan a Minbicê hatin derxistin û  Li Goristana Şehîd Dicle Hatine Oxirkirin

Îro 18 cenazeyên şervanên şehîd ên ku berê li Goristana Şehîdan a Minbicê hatibûn veşartin, hatin derxistin û anîn Goristana Şehîdan a Şehîd Dicle.

Merasîma oxirkirinê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û hêza  leşkerî, malbatên şehîdan û bi sedan welatiyan hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Her wiha piştî wê torenekî leşkerî li ser rihê giyanê şehîdên qehreman hate li darxistin.piştî wê yek Ji fermandarên YPJ`ê yên bajarê Kobanê Dilbirîn Kobanê, jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ” Şehîdên me rêya azadiyê û têkoşînê hilbijartibû û heta kêliya xwe ya dawiyê li hemberî dijmin têkoşiyan.  bi saya tekoşîn û berxwedana van lehengên qehreman îroj ji gelê xwara jiyaneke bi rûmet afirandin. Weke YPJ`ê em ê jî têkoşîna xwe xurtir bikin. Îradeya me xurt e, em ê her tim li ser lingan bin û li ber xwe bidin hata asta serkeftinê.”

Dilbirîn Kobanê soza we da: “Em ê rêya we bidomînin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên 18 şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” hatin veşartin.