Home 2026 Du xwişk, bi yekdilî û armanceke hevpar rêya ku pê bawer ...

Du xwişk, bi yekdilî û armanceke hevpar rêya ku pê bawer dikin ji xwe re hilbijartine.

17

Çîroka van herdu xwişkan nîşan dide ku têkiliya xwînê, heskirin û piştgirî di hemû şertan de dimîne. Her çend riyên ku mirov ji xwe re hilbijêre  cuda bin jî hêvî, biryardarî  û berpirsyarî ew  hemû nirxên ku mirovan bi hev ve girê didin.Ev çîrok di heman demê de bi bîr tîne ku her bûyerek bandorê li ser kes, malbat û civakê dike û dîrok her tim bi çîrokên mirovan tê nivîsandin.

Ev her şervanên YPJ ê, yek bi navê  Rohilat Kobanî û yek jî bi navê  Ararat Kobanî bi Rêber APO û şehîdan bandor bûbûn, ji ber wê sedemê jî heskirina ax û welat gelekî di dilê wan de hat çandin, ji lewre ev rê  ji xwe hilbijartin û di axaftinên xwe dan diyarkirin û anîn ziman: Heya ku dilopek xwîn di laşê me de heye em ê li hember her zehmetî û dijwariya li ber xwe bidin û têkoşîn bikin.

Ev çîrok bû ezmûneke ji bo  parastina nirxên mirovahiyê û xebata ji bo civakeke baştir, nirxên ku her tim dimînin.