Home 2026 Li Kobaniyê Merasîma Du Şehîdan li Goristana Şehîd Dicle Hat Oxirkirin

Li Kobaniyê Merasîma Du Şehîdan li Goristana Şehîd Dicle Hat Oxirkirin

93

Iro merasîma oxirkirina du  lehengên şerê minibicê li bajarê Kobaniyê hat oxirkirin.

Merasîma du şehîdan li bajarê berxwadana Kobaniyê hate lidarxistin bi amadebûna bi sedan ji gelê Kobaniyê. Ji hêzên leşkerî û malbetên şêhîdan merasîma oxirkirinê hate destpêkirin.

Merasîm destpêkê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdan hate destpêkirin.

Di merasîmê de li ser navê hêza ewlekariya hûndirîn Arîn Kobaniyê: wiha axifî’ “Em îro li vir du cangoriyên xwe yên leheng oxir dikin , ji bo parastina rûmeta gelê me û nirxên şoreşa me canê xwe feda kirin. Ked û têkoşîna wan, îro li her bosteke Kobaniyê şênber e.

Di dawiya axaftina xwe de Arîn Kobaniyê weha anî ziman: Em ê riya şehîdên xwe bidomînin heta avakirina Sûriyeke demokratîk û azad ku tê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbeta wan hate kirin û bi silûganên şehîd namirin û şehîdan li ser milê hevalên xwe hatin oxirkirin.