Yekê ji beşdaran di vê derbarê de got:
«Em îro weke şervanên Yekîneyên Parastina Jinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hev hatine da , ku nîşan bidin ku em yek dest in. Erkê me tenê parastina ewlehiya civakê nîne, lê di heman demê de em dixwazin beşdarî avakirina civakeke paqij û tendurist bibin. Em ê her tim bi yek dest bixebitin da ku bajarê me paqijtir, safîtir û xweştir bibe, ji ber ku paqijî beşek ji çanda me û exlaqa me ye.»
Ji dewara Şehîd Arîn Mîrkan, ku canê xwe ji bo ku gelê Kobanê bi rûmet û azadî bijî feda kir, beşdaran peyameke dilsoziyê ji bo ruhê wê û hemû ruhên şehîdan şandin. Her wiha, wan bang li hemû niştecihên bajarê berxwedan û tekoşînê yê Kobanê kir ku jin, mêr, ciwan û zarok di vê berpirsiyariyê de bibin hevkar û di paqijhiştina tax, kolan û derdorên xwe de roleke çalak bigirin û çopan bi awayekî bêserûber neavêjin.
Kobanê, bajarê şehîdan û berxwedanê, hêjayî wê ye ku her roj paqijtir, xweştir û organîzetir bibe.
Kampanya bi têkiliyeke erênî ya mezin ji aliyê gel û xwediyên dikanên derdora dewarê ve hat pêşwazîkirin. Gelekan ji wan kêfxweşiya xwe ji vê destpêşxeriyê re anîn ziman û hin ji wan jî ji beşdaran re av û alîkarî pêşkêş kirin.
Armanca vê kampanyayê tenê paqijkirina dewar û derdora wê nîne; ew di heman demê de dixwaze peyameke hişyariyê bide ku paqijî berpirsiyariyeke hevpar e û dikeve ser milê hemûyan. Her wiha, hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê û civakê de bingeha avakirina bajarekî bihêz, paqij, xweş û rêkûpêk e.











