Bêyî azadiya jinê, tu civak azad nabe.
Di 16’ê Îlonê de, salvegera çaremîn a şehadeta Jîna Emînî tê bibîranîn. Jîna Emînî, ya ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, îro ne tenê weke qurbaniyekê, lê weke xala teqînê ya dîrokî ya têkoşîna jinan li dijî pergala mêr-dewletê tê bibîranîn.
Çavkaniyên jinan û çalakvanên tevgera jinan diyar dikin ku Jîna, bi sekin û berxwedana xwe li hemberî ferzkirina hîcaba mecbûrî, nîşan da ku jin êdî amade nîne ku bibe objeya siyaseta mêr.
Piştî qetilkirina wê, bi mîlyonan jin li kolanên Tehran, Seqiz, Sine û hemû bajarên Îran û Kurdistanê derketin. Bi jêkirina porên xwe, wan ne tenê çalakiyeke sembolîk, lê di bingeha xwe de, bi awayekî siyasî û radîkal, têkiliya xwe bi pergala serdest re qut kirin û peyama xwe dan: “Em ê êdî laşê xwe, jiyana xwe û biryara xwe nedin destê dewletê.”
Her wiha, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, ku ji gora Jînayê bilind bû û bû sirûda şoreşê, nîşan da ku ev dirûşm di heman demê de bîrdoziya ku YPJ’ê li Rojava, bi bedelên giran û bi xwîna şehîdên weke Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr li Kobanê û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye pratîka jiyanê ye.
YPJ’ê, weke artêşa jinan, îsbat kir ku azadiya jinê ne tenê bi daxwazkirinê, lê bi xweparastin, rêxistinbûn û avakirina sîstemeke alternatîf pêkan e.
Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera Jîna û YPJ’ê de ne têkiliyeke hestiyarî ya ji dûr ve ye, lê yekîtiya îdeolojîk û siyasî ya heman şoreşê ye; şoreşeke ku dibêje: “Bêyî azadiya jinê, tu civak azad nabe.”
Jîna, bi şehadeta xwe, bû sembola vê rastiyê; YPJ jî bû garantora parastina vê rastiyê li ser erdê.








