Home 2026 Bi merasîmeke girseyî 9 şehîdên Kobaniyê hatin oxirkirin

Bi merasîmeke girseyî 9 şehîdên Kobaniyê hatin oxirkirin

37

9 şervanên leheng ên ku di zîndana Kobaniyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên ku beriya çend rojan di bûyera zîndana Kobaniyê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî û heybet hatin oxirkirin.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobaniyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, dest pê kir. Bi hezaran şêniyên Kobaniyê, di nav wan de malbatên şehîdan, nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Rêveberiya Xweser û şervanên YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, li ser navê Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed axivî û got:

“Gelê me yê birûmet, malbatên şehîdên qehreman,
Îro em li vir, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobaniyê, 9 lehengên xwe yên ku beriya çend rojan di bûyera zîndana Kobaniyê de şehîd bûne, bi rêz û hurmet oxir dikin. Şehîdên me ji bo parastina gelê me, ji bo ewlehî û aramiya herêmê, canê xwe feda kirin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin.

Ev şehadet ne bûyereke asayî ye. Ev nîşan dide ku şerê me li dijî terorê, kaos û bêaramiyê hêj bi dawî nebûye. Kobaniyê ku berê bû cihê têkçûna DAIŞê, îro dîsa dikeve ber hedefa wan hêzan ku naxwazin gelê me di aramiyê de bijî.

Em ê bi yekîtiya Kurd, Ereb û Suryan, bi yekîtiya jin û mêr û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bersiva herî xurt bidin.”
Di dawiya axaftina xwe de, Îlham Ehmed serxweşiyê ji hemû malbatên şehîdan xwest û got:“Serê malbatên me sax be, serê tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sax be. Şehîd namirin.”

Piştî axaftinan, nasnameyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Paşê, cenazeyên şehîdan di nav dirûşmên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.