Daxuyanî

Ji Raya Giştî Ra

Encamên şer û berxwedana roja 29emîn li Rojava û Bakûrê Sûriyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe ya teknîkî, ji bejahî û hewayî ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Til Temir
Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran, tang û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Tewîl, Dibsa, Menacîr û Um El Kêf. Di encama bersivdayîna hêzên me de şerekî dijwar rû da, bi giştî 9 çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin.

Ebû Rasên
Artêşa dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gundên Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawidiyê, Xişmê û Zirgan domandin.

Eyn Îsa
Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li derdora gundên Berberîyê, Şergiradê û El Nasiriyê bi çekên giran, tang û balafiran êrîşên xwe domandin. Di encama bersivdana hêzên me de 11 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 birîndar bûn û çekêk AK-47 hat desteser kirin. Herwiha êrîş hatin şikandin.

Bi giştî di encama bersivdayîna hêzên me û şerên ku qewimîn de 20 çete û leşker hatin kuştin, 6 ji wan birîndar bûn, çekek AK-47 hat desteserkirin û tangek hat derb kirin.

Her wiha di vê berxwedana şervanên me de 15 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 13 hevalên me jî birîndar bûn.

 Navenda Ragihandina QSD

      7ê Mijdara 2019

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button