Nûçe

   Ev Dem Dema Serhildana Jinê Ye

    

Endama meclîsa leşkerî ya Girê Spî Rûsêl Mehmûd di derbarê helwesta gelê Girê Spî ya beriya êrişên dewleta Tirk de axivî û wiha got: “Beriya êrişên dewleta Tirk ya li ser bajarê Girê Spî rewşa gelê me li Girê Spî gelek baş bû. Bi taybet di pergala rêveberiya xweser û meclîsa leşkerî de, gel bi vê pergalê razî bû û gelek rihet bû. Di bin sîwana meclîsên leşkerî de gel di nava ewlehiyê de dijiya.”

Meclîsa Girê Spî Rûsêl êrîşên dewleta Tirk nirxand û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, her der hate talankirin û wêran kirin, ev yek di gelên ku di hundir bajarên dagirkirî de mane bandoreke neyînî da avakirin.”

Rûsêl Mehmûd, behsa berxwedaniya ji milê şervanên QSD-YPJ’ê de hatiye kirin û wisa got: “Me wek şervanên QSD-YPJ’ê di eniyan de heya dawî li ber xwe da û me teslîmiyet qebûl nekir, her wiha gelek qehreman derketin û gihîştin asta şehadetê. Me ev rêhevalên xweyî hêja ji bo parastina axa xwe û gelê xwe yê ku dagirkeriyê qebûl nakin dan û ji bo em karibin layîqî axa welatê xwe bin.”

Endama meclîsa leşkerî Rûsêl got: “Em wek gelê Ereb ti carî dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin. Em dizanin di derbarê dagirkeriya Osmaniyan de dîrokê çi gotiye, ji ber wê jî niha di hundir bajarê Girê Spî de gel nikare pirgirêkên xwe yên herî biçûk jî çareser bikin. Gel niha li dijî vê dagirkeriyê derdikeve û biryara me ji biryara gelê me ye.”

Rûsêl Mehmûd, behsa berxwedaniya gel û şervanan kir û got: “Em weke Yekîneyên Parastina Jinê biryara me biryara gel bû, ji bo gelê xwe me li ber xwe da û di heman demê de gelê me jî li ber xwe da, gav bi gav em bi gelê xwe re bûn. Me di eniyên herî pêş de cih girt.”

Endama meclîsa leşkerî Rûsêl di dawî de bangewazî û daxwaza xwe ziman û got; “Bangewazî û daxweza me ji bo jinên ku êşa ji çeteyên DAIŞ’ê dîtine û bi rastiyê re rû bi rû mane, rabin ser piyan. Bibin xwedî îrade, hêza çalakiyên dijî dagirkeriyê. Ji ber ev dem dema serhildana jinê ye, piştî jinê cihê xwe di hemû saziyên civakî, siyasî, diplomasî û leşkerî de girt û bû xwedî îrade, pêwîste qebûl neke carek din ev maf jê were girtin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button