Nûçe

“Ji Hevrêyên Azadiyê û Berxwedêrên Ronahiyên Serdemê Re”

Navenda ragihandina YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê nameyek li ser navê tevahî şervanên YPJ’ê ji bernameya Tîrêjên Rojê ya dîlên azadiyê yên li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyê û parçeyên din Kurdistanê re şandin û wiha gotin; “Em di cîhaneke tekoşînê ya pir mezin de jiyan dikin, ger em vê cîhana mezin ya tekoşînê bi ser bixin wê mirovahî li hemberî tarîtiya hêzên serdest bi ser bikeve.”    

Bi rihê berxwedêrên jinên tekoşînvan, yên ku di her biharekê de hestên xwe dikin tov û direşînin li ser xaka pîroz, li ser welatê ku tama azadiyê, tama şoreşa mirovahiyê diyarî tevahî jinên cîhanê kiriye, em we dîlên azadiyê bi bêrîkirinên bê dawî silav dikin.

Bi bedewiya rihê Hevrîn, bi rihê kedkara jiyanê dayê Eqîde, bi rihê şerker yê Amara, em ji welatê ku di navbera çemê Firatê û Dijleyê de careke din jiyan lê tê xweşik-kirin, geşkirin bihara ku welatê me her sal rengîntir dike diyarî we hevrêyên azadiyê dikin. Em ji niha de roja 8’ê Adarê roja jinên kedkarê cîhanê û roja Newroza gelên mezopotamiya yê li we hemûyan pîroz dikin. Ji Rêberê gelan, mamosteyê jiyana azad, xwediyê fikir û felsefeya hebûn û nasnemeya mirovahiyê Rêber APO, bi bêrîkirinên bê dawî em silavên xwe û heskirinên xwe ji welatê rojê heya Imraliyê dişînin.

“Em dizanin we bêriya biharên welatê xwe kiriye”

Belê, em dizanin û di vê kêliyê de hîs dikin we çiqas bêriya biharên welatê xwe kiriye. Em dema van hevokan dinivisînin ev hest ji kûr de me diêşîne. Lê em dizanin ku we bi berxwedaniya xwe ya bêhempa li hemberî mêtîngeriya dijminekî weke dewleta Tirk yê xedar di fikir û hestên xwe de bi hezaran biharên rengîn û xweşik avakirine. Ev jî me kêyfxweş dike hevalên bi rûmet. Em bi hêvîne rewşa we tevan hem di warê manewî û hem jî di warî tenduristî de baş be. Hun pir caran dibin mêvanên jiyana me, her çiqas em fizîkî ne li gel hev bin jî lê jiyana me tekoşînê her kêliyê me tîne gel hev.

“Me jiyaneke herî zor û şerekî herî xedar hilbijartiye

Em bawerin ku hun bi derfetên kêm be jî rewşa li Kurdistanê tê jiyankirin jê agahdar dibin. Şoreşa Rojava êdî bûye deriyê vekirina şoreşa Kurdistanê. Bi zanebûna vê rastiyê tekoşîn meşandin bê guman hêzek fikrî ya pir mezin tê xwestin. Em her şervaneke YPJ’ê ji bo vê zanebûnê ava bikin, xwe bighînin rastiya rihê Zekiya, Sema, Ronahî, Bêrîvan, Mazlum, Fikrî, Avêsta, Îlan, Barîn, Hevrîn, Amara û Dayê Eqîde tekoşîn û biryardariya xwe her kêliyê nû dikin. Me li ser vê xaka pîroz bi hezaran rêhevalên giranbuha winda kirin hîna jî em şehîd didin. Êdî li ser her bihustekî vê xakê rihê şehîdên azadiyê hatiye neqişandin û lê tê gerandin. Em ji bo welatê xwe azad bikin û bighînin nasnemeya xwe mirovbûyînê me jiyaneke herî zor û şerekî herî xedar hilbijartiye jêveger wê bibe windahiya tevahî mirovahiyê. Ji bo wê tekoşîna me di oxira jiyaneke mezin de tê dayîn em weke her jineke Kurd ji vê rastiyê gelek kêyfxweş in. Em bi vê rastiyê îro bersiva jinên ku di roja 8’ê Adarê de bedena xwe kirine xwalî didin. Em bi vê rastiyê îro bersiva hemû êriş û mêtîngeriya di dîrokê de li ser jin hatiye pêşxistin didin. Em di cîhaneke tekoşînê ya pir mezin de jiyan dikin, ger em vê cîhana mezin ya tekoşînê bi ser bixin wê mirovahî li hemberî tarîtiya ku hêzên serdest didin ferzkirin bi ser bikeve. Em weke jin ji vê tekoşînê re duh amade bûn, îro û sibê jî amade ne.

Em bi vê bîr û baweriyê bi hevre bihareke din ya tije tekoşîn û berxwedan pêşwazî dikin. Em dîsa van rojên pîroz roja 8’ê Adarê û Newrozê li Rêber APO, gelê meyî berxwedêr, tevahî mirovahiyê, jinên tekoşîner û li we hemû hevrêyên azad pîroz dikin.

“Hevdîtinên Di Tîrêjên Rojê de Veşartî ne” 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

05.03.2020

 

Gotarên Têkildar

Back to top button