ADAR Meheke Tije Berxwedan û Têkoşîne

260

 

 

Kurdistan Waşukanî.

Di vê pêvajoya şerê me yê li Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûrî, di bingeh de me li hember dewletên mêtînger şer dikir. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê di serî bi destê dewleta Tirk û hêzên ku nedixwestin Kurd bibin xwedî statû hatin perwerde kirin û destek kirin. Em weke hêzên QSD’ê YPJ’ê û YPG’ê em li hember sekinîn û me di aliyê erdnîgarî de Daîş tine kir. Ev tine kirina Daîş’ê di nava qada navnetewî de jî hişt ku hêzên heyî hin hesaban ji bona QSD’ê û YPJ’ê bikin.

Şerê me tekoşîneke bi rengê jin, bi fikir, bawerî û îrade jin derxist holê. Li beramberî vê rastiyê vê carê jî dewleta Tirk destkeftiyên gelan hedef girt û di Cotmeha 2019’an de jî êrîşên xwe yên herî hovane dan destpêkirin. Berxwedaniyeke ku bi tu awayî wê neyê ji bîr kirin hat meşandin. Di xakeke ku şervan ji bona gelê xwe gel ji bo şervanên xwe û ya herî grîng jî ji bo hebûn, nasname, çand, bawerî û zimanê xwe bernede li ber xwe bide ew berxwedanî bi tu awayî wê neyê ji bîr kirin. Di bingeh de dewleta Tirk piştî rizgarkirina Dêrazor gefên xwe hîn zêdetir kiribûn û êrîşên xwe pêk anî. Me weke YPJ’ê 8’ê Adara 2019’an bi rihê rizgarkirina Dêrazorê pêşwazî û pîroz kir. Em ê 8’ê Adara îsal jî bi îddîaya Têkoşîna me ber bi Azadiyê ve Berxwedana me û me jî me ber bi serkeftinê ve bibe pîroz bikin.

Bê gûman di nava têkoşîna me de meha ADARÊ, hem di warê dîrokî de hem jî rojevî de wateyeke xwe ya mezin heye. Meha Adarê, weke destpêka biharê ye. Ji bo tekoşîna me jî her bihareke pêvajoyek û pêngavekê îfade dike. Di dîroka tekoşîna gelê me de gelek bûyerên bi êş yên weke helebçe û komkujiya Qamişlo hene. Di 16 Adara sala 1988’an di komkujiya Helebçe de bombe li ser gelê Kurd barandin. Bi qasî 5 hezar însanên Kurd bi kîmyasalê qetil kirin. Di 11 Adara 2004’an de ciwanên Ereb bi artêşa Sûrî re êrîş birin ser Stadê û ciwanên Kurd ji bona xwe kirin hedefa çekan. Bi dehan ciwan qetil kirin û bi sedan ciwan jî xistin bin çavan. Dîsa Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê di zivistana 2018’an de êrîşî xaka Efrînê kir. Bi hezaran Kurd di 18 Adara 2018’an de ji cih û warên xwe bûn. Bi propagandaya bin navê guhertina demografya de Kurd hatin koçber kirin û li cih û warên Efrîniyan çeteyên Dewleta Tirk hatin bi cih kirin.

 Li kêleka êşên mezin yên gelê jiyan kiriye, ev meh ji bo me mehek bi serkeftinên dîrokî ve jî tijî ye. Helebçe di encam hişmendiya, tine hesibandina gelekî de hate jiyan kirin. Ya Qamişlo jî encama heman hişmendiyê bû. Lê Newroz di dîrokê de yektiya gelan û serkeftina jiyana azad îfade dike. Di tekoşîna tevgera azadiyê de jî bi sedan tekoşînvan bedenên xwe kirine pêtên ji agir. Sema, Bêrîvan, Ronahî, Rehşen, Zekiya, Mazlum, Egîd û bi dehan şoreşgerên weke wan. Me di meha Adarê de her roja wê di salên cuda de şehîd dane. Ji bo wê ye Meha Adarê, demekî nû ji bo pêşeveçûna tekoşîna me îfade dike. Em karin bêjin ev sala pêşiya me jî xwedî rastiyeke wisa ye.

Di rastiya Bakûr-Rojhilatê Sûrî de meha Adarê, tê wateya tekoşîneke nû. DAIŞ, di sala 2019 an de bi dawî bû û di têkoşîna me de qonaxeke nû derket holê. Ev jî tê wateya tolhildana ss 21. ji Erdogan û hişmendiya dagirkeriyê. Hêza ku me di şerê DAIŞ’ê de da nîşan tevahî cîhanê dît. Di heman demê de rewabûna têkoşîna me jî derket holê. Rastiya ku em weke hêzeke ser erd dikarin gelê xwe biparêzin derket holê. Ev têkoşîna ku bi salane tê meşandin ji bo azadiya xwe bi dest xistinê tê meşandin. Bi jiyaneke azad em ê bikaribin agirê şoreşê bilndtir û geştir bikin. Bilind kirina têkoşînê jî tê wateya xurt kirina berxwedanê. Di vê meha Adarê de yek ji rojên herî bi ked û tekoşînek mezin hatiye bi destxistin 8’ê Adarê ye. Ji bona tevahî jinan tê wateya kuştina hişminediya zilamê serdest. Cardin tê wateya pêşxistin û jiyanî kirina çanda dayikê. Ev roj di encama daneheva mîrasa tekoşîna jinan de hatiye avakirin. Em jî weke hêzeke jin ya parastina hemû jinan û civakê ji bo xwe esas digre vê daneheva mezin xwedî lêderdikevin. Bi şoreşa me re tekoşîna jinan di her qadê de ji bo bersiva vê rojê ye.

Di roja îro de erk û berpirsiyariyên jinan, gelê me û tevahî gelên herêmê ewe ku li hember dijminê derve û hindir têkoşîneke xurt bidin meşandine. Ger em tekoşîna xwe bilind bikin em ê paşverûtiyên heyî bikaribin bi rihê yekîtiya gelan derbas bikin. Bi vîna jiyana azad hem wek şervan û hem jî weke gel em ê bikaribin li erkên xwe yên demê xwedî derkevin. Wek şervanên vî gelî ji gel re xismet kirin pêwîste em weke erkekî herî sereke û herî pîroz dibînin. Ji bona serkeftinê jî pêwîst dike ku em ti keleman li pêşiya xwe nas nekin. Heya roja îro em bi berxwedaniya xwe hatin nas kirin ji vir şûnde pêwîste em bi xwe rêxistinkirine xurt û bi rihê berxwedêr, xwe hîn zêdetir tekoşîna xwe mezintir bikin. Weke avekê ber bi jiyana azad ve herikandin di destê me de ye. Di şêwazê xwe yê şer û tektîk de pêwîste em şerê gelê şoreşgerî  di bajaran de pêş bixin. Li ser van bingehan bûyîna şervanên pispor û şervanên demê wê bihêle ku em hêza xwe ya cewherî hîn zêdetir ji nêz ve nas bikin. Ji bona vê jî hem weke şervan û hem jî weke fermandar hêza xwe dîtin û ev hêz weke ku ji me tê xwestin bi kar anîn xwedî grîngiyeke nebe nabe ye. Li ser vî bingehî em ê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê li tevahî avahiya xwe pîroz dikin û bi vê boneyê jî di şexsê tevahî şehîdên meyî di meha Adarê de şehîd bûne hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza me daye wan nû dikin.