Ragihandin Dikare Şoreşan Ava Bike

116

Ragihandina jin a bakur-rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist. Ji Dêrikê ta Dêrazor ji Reqa, Minbic û Kobanê heta Şehba û Helebê bi dehan rojnemevanên jin bi armanca lidarxistina konferansa xwe ya sêyemîn li hev civiyan.

3. konferansa ragihandina jin a bakur-rojhilatê Sûriyê di dîroka 28 Hezîranê de hate li darxistin. Yek ji xalên ku di konferansê de bû rojev û weke mîrateya roja îro tê bi navkirin, çalakvanî û lehengiya nûçegihanên Navenda Ragihandina YPJ’ê bû. Ji Agirî, heta Îlon, Arîn, Şîlan, Rohenda û Dilovan’an hema hema di her pêngav û şerê giran yê dagirkeriyê de endamên ragihandina YPJ’ê di oxira teyîsandina heqîqetê de ked û bedelên giranbiha dane. Di 3. konferansa ragihandina jin de jî endamên ragihandina YPJ’ê xwedî tevlêbûneke aktîf bûn.

Berdevka Ragihandina YPJ’ê Sozê Qamişlo rastiya vê mîrateya giranbiha ji ajansa me re nirxand. Sozê Qamişlo bal kişande ser girîngiya nûçegihaniya jinê di teyîandina heqîqetê de û kombûna ewqas rojnemevanên jin weke asta pêşektina jinê nirxand. Sozê wiha dewam kir;

‘Hedefgirtina jinê nîşaneya bi hêzbûna wê ye’

“Em 3. konferansa xwe ya ragihandina jina azad ya bakur rojhilatê Sûriyê li hemû şehîdên ragihandinê, li Rêber APO û li hemû gelên azadîxwaz ên ku vê xebatê dişopînin pîroz dikin. Îro em weke endamên ragihandina YPJ’ê di konferasa sêyemîn a ragihandina jina azad de cihê xwe digrin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Kombûna ewqas jin li gel hev careke din nîşan da ka em îro gihane asteke çawa. Gihandina vê astê bi hêsanî çênebû. Di oxira vê tekoşînê de me gelek bedelên giranbiha da. Ji ber wê îro erk û berpirsyariya me girantir bûye. Ragihandin rastiye, ragihandin heqîqete, ragihandin rêbertî ye. Ragihandin dikare şoreşan ava bike. Weke nûçegihanên jin ên ku her kêlî, her seat û her roj lehengî, berxwedanî, destkeftî û êşên gelê xwe radigihîne, îro barê me girantir bûye. Ger îro herî zêde jin tê hedef girtin, ev nîşaneya bi hêzbûna me jinên rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriye. Em jî weke ragihandina YPJ’ê ji bo ku heqîqeta jina têkoşînvan a wêrekbûyî nîşan bidin, ji bo ku em van êrîşên ku jinê dixin hedef bi objektîf û pênûsa xwe vala derxînin, ger pêwîst bike emê di vê oxirê de canê xwe jî bidin. Weke şopdarên rêheval Dilovan ya ku li Girê Sipî destaneke nû ya lehengiyê nivîsand, em li vir careke din soza xwe nû dikin ku emê vê xebatê bi cewher û heqîqeta wê ve, bi rengek herî resen û xweşik ji tevahî cîhanê re ragihînin.”

‘Ragihandin teyîsandina cewherê şoreşê ye’

Yek ji endamên Navenda Ragihandina YPJ’ê Aras Masûm jî erk û berpirsyariyên 3. Konferansa ragihandina jinê ji me re nirxand. Aras Masûm ya ku di berxwedana serdemê de, di kêliyên ku rastiya dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker dişopand de birîndar bûbû, bal kişande ser bedelên ku heya roja îro di qada ragihandinê de hatine dayîn û wiha got;

“Ez cara yekê cihê xwe di konferanseke wisa de digrim. Coş û kelecana vê tevlêbûnê ji bo min pir cuda ye. Îro ez li ser navê şehîd Rohenda û Dilovan tevlê vê konferansê dibim. Ji ber wê di serî de vê konferansê li wan û li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikim. Em bawerin ku perspektîfên di vê konferansê de derketine wê ji bo me bibe bingehê kar û xebateke xurt. Ji ber bi rastî jî ger ragihandin bi erk û berpirsyariyên xwe dikare cewher û heqîqeta vê şoreşê baş ragihîn. Di pergalên kapîtalîst ên desthiladar de ragihandin dûrî civakê dimîne û tenê rastiya wê pergala desthiladar dinixumîne. Lê di ragihandina azad de dengê civakê, dengê jinê esase. Ji ber ew bingehê jiyanê ne. Ragihandina azad bal dikşîne ser rolê diyarker yê jinê di avakirina jiyaneke azad û bi ewle de. Mînak niha di şoreşa Rojava de jin vê şoreşê bi rêve dibe. Ev şoreş li tevahî cîhanê bi navê jinê tê nasîn. Teyîsandina vê heqîqetê bi riya ragihandina azad hate kirin. Ji ber wê îro erka ji me tê xwestin ewe ku em bi riya ragihandinê pergala netewa demokratîk a ku bi pêşengiya jinê tê avakirin û îro em di oxira avakirina vê pergalê de xwîn dirjînin, bedel didin em dikarin vê pergala xwe ya alternatîf bi tevahî cîhanê bidin nasîn. Ji bo ragihandina vê heqîqetê jî emê heya dawî şopdarên şehîdên xwe bin. Emê şopdarê Agirî, Dilîşan, Rohenda û Dilovan’an bin.”