19′ Tîrmehê Bûye Ruhê Vejîn û Serkeftina Rojhilata Navîn

127

Hestên dayîkên ku şahîdiya kêliyên şoreşê kirine

Dayîkê bi navê Şazya;

Ez ji Herêma Efrînê me, em bi salane bi vê tevgerê re bûne yek min ser rêya biraye xwe ev tevger naskir wek Şehîd  Çîlo, Şehîd Seydo û Şehîd Rifat min wan naskir hevalê hevdû bûn lê hema em di wir de nesekinîn, dû birayê min û dû kurê min şehîdin ji ber wê jî em bejna xwe hemberî hemû şehîdan ditewînin silavê min jî ji dil ji Rêber APO re heye me sozek dabû Rêber APO û şehîda em li ser soza xwe ne ji kevin de me xebatê cebhewî dida meşandin destpêkê di gunda de piştre di xeta de me kar dikir û sal derbas bûn di Efrînê de me kar kir. Li gor çarçoveyê xebatê me ve zarokê vê gelî berê xwe dan vê tevgerê. Ev tevger pejirandin û li ser vê rêyê meşîn û bûn Heval. Berê xwe dan çiyayê azad me got em wek malbat me bi Şehîd Çîloya destpêkir emê bi Şehîd Bîrhata bi dawî bikin ji ber vê jî heya 19  tîrmehê em meşiyan hinek kesan digotin ‘hûn çi dikin’ min jî got ’em serbilindin bi welatparêzî, bî şehîdên û sekna xwe.’

Gel giştî ne tenê bi ya xwe dema xweseriyê de jî bi hêz û vîna xwe, xwe bi rêve dibir. Tenê ku hêza xweseriya em kêfxwaş nekirin hesreta me ya herî mezin ew bû ku em rojekê hevalan bi çek, rext û bi cilên wan ên leşkerî bibînin. Dema me hevalê YPJ’ê, YPG’ê,  hêza hindirîn, asayîş  û erka xwe parastin dîtin wê demê em pir serbilindbûn bi zarokên xwe. Me bi serbilindî digot ‘keda me vala naçe û wê neçe’. Dema ku ew heval dihatin dayîk  diçûn pêşiya wan  me dida tilîliya, em jî wek dayîk bi wan serbilindin.

Di Efrînê de pir caran şer hat qewimandin, ne tenê carek pir caran şerê herî giran jî ya Dewleta Tirk ku bi tang, top û balafiran ve êrîş kir. Me hezaran şehîd dan tucarî me negot bes an jî em nikarin. Şervanên vê axê heya dawî vê şerîde cihê xwe girtin ne tenê ji Rojava bûn ji her deverê Kurdistanê lehengan di çeperan de cih girtin. Wan şervanan ango zarokên me heyanî ku çûn  ser dilovaniya xwe silogana Bijî Serok APO davêtin  negotin bese û ya jî em westiyan.

Di Efrînê de gel du mehan di şer de berxwedan bila tucarî Dewleta Tirk nebeje me Efrîn me bidest xistiye wekê jinek Efrînê ez dibêjim ‘me Efrîn bernedaye û emê berdin jî’. Mayîna me ya van kampan jî ji ber biryardariya me a zivirandina Efrînê ye û em bi vê têkoşîna xwe jî serbilindin. Cîhê rêz girtinêye û cîhê ser bilindahiyê ye emê li ber xwe bidin.

Me tucarî serê xwe ji dijmin re netewandiye û tu hêz yê nikaribe vîna me bişkîne. Wek jin û gelê Bakûr Rojhilatê Sûrî emê destê xwe bikin yek, bi wî awayî li hember dagirkeran şer bikin. Emê bi tevgera xwe re, bi şervanê xwe re di şerê gelê şoreşgerî de cih bigrin û ji bo axa xwe rizgar bikin emê berxwe bidin. Heya ku dayîkên şehîdan hebin emê piştgiriya SEROKÊ xwe û ŞEHÎDÊ xwe bikin.