Şervanên YPJ’ê û YPG’ê salvegara 19’ê Tîrmehê li Goristana şehîdan pîroz kirin

55

Salvegera 19’ê Tîrmehê ya dikeva sala xwe ya 9. de şervanan di serî de berê xwe dan cih û warên pîroz Goristanên rêhevalên xwe yên şehîdên şoreşa Rojavê Kurdistanê. Şervanên YPJ’ê bi wesîleya salavegerê li goristana şehîdên taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê mûm li ser goristanan pêxistin û hest û nêrînên xwe yên di derbarê şoreşê de anîn ser ziman.

Şervana bi navê Amara Kobanê anî ziman ku hatina li ser gorên şehîdan mum pêxistin, ev yek hêz û kelecaneke pir mezin dide me. Şoreşa Rojava yekbûyînek da avakirin û hemû jinan cihê xwe têda girtin, ne tenê jina Kurd çi Ereb, çi jî jinên enternasyonal bi rihekî fedayî tevlî şoreşê bûn. Di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û li hemû gelan şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz be. Emê bi eşqa rêhevalên xwe yên şehîd ji bo azadî tekoşîn bikin ku em xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

Şervana bi navê Bengî Mûş: Şoreşa Rojava di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û jinên têkoşer pîroz dikim. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû wesîleya ku em bighêjin vê rojê û wek jin cihê xwe di şoreşê de bigrin. Bi hêz û baweriyeke mezin emê şoreşê biparêzin û mayînde bikin. Di her rojeke wiha girîng de em hevalên xwe yên şehîd bi bîrtînin û cardin biryardariya xwe xurt dikin ku em hertim li ser riya wan bimeşin. Riya azadiyê û berxwedanê wek jin emê li ser riya ku hevalên me yên şehîd bi fedayîbûna xwe nîşanî me dane  bi serkeftinê tacîdar bikin.

Şervanên YPJ’ê – YPG’ê bi dirûşmeya Bê Serok Jiyan Nabe, Şehîd namirin û 19’ê Tîrmehê pîroz be, xatir ji rêhevalên xwe yên şehîd xwestin û berê xwe dan eniyên xwe yên cengê.