Ez Zarokek Bi Şoreşê Mezin Bûm E

76

Di welatê min de hemû jiyan careke din bi ronahiya rojê re şên dibû. Şoreşê bi agirê jiyanê re bermahiya xwe dixiste dilê zarokên Rojavayî. Mirov digot qey nû gelê Kurd ji xew rabûye û di nava wan xeyalan de dijî. Serpêhatiyên şoreşê, çîrokên wê yên bê dawî mirovahî heyranî xwe dikir. Belkî cara yekemin bû di nava ewqas coş û mezinahiyê de gelan serê xwe ji bin zilm û zordariyê rakir. Ji ber ku bi salan bû kesî nedikaribû ku bêje ez ‘Kurdim’, dixwazim bi ziman û çanda xwe bijîm. Ji bo gelekê bindest mafê xwe xastin bi êşkenceyan, bincav kirinan û kuştinan ve dihat bersivandin, ji ber wê gelan nikaribû denge xwe bikira, ji bo gelên wisa bikaribin jiyan bikin pêwîst bû ku koledariya pergalan bipejirînin. Hesreta vê axê bû ku di bin siya ala xwe ya pîroz de bijî. Ev hesreta axê dilop dilop herikîbû nav dilê herkesekê ku li ser vê xakê jiyan kiriye.

Lê gava yekem ji şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt ku gel û zarokên ku bi hezaran salan li benda vê rojê bûn, coş û kelecaneke cuda bijîn û li hemberî vê şoreşa giranbiha erkên xwe bi cih bînin. Lewra şoreşa Bakur Rojavayê Sûrî a ku kelecana azadiyê di dilê gelên cîhanê giştî de ava kir, kirasê xofê li ser axa me da çirandin, serî li ber hezarê sala rakir, vejîneke nû da jiyan kirin ji bo gelên herêmê. Xeyala her zarokekê a ku bikaribe bi zimanê xwe jiyan bike, xewna her dayikekê bikaribe bi çanda xwe jiyan bike, di van rûpelên azad de şênber dibû.

Ez jî yek ji zarokên vê şoreşê me ku li Rojavayê Kurdistanê ji dayîkbûme. Malbata min em bi heskirina gel û axê mezin kirin. Di her şîreta wan de heskirina ax û welat hebû, girêdana welat di çavê wan de wekî stêrkan dibiriqî, min dizanibû ku em gelekî serhildêrin, lê ji ber desthilatdaran, em nikarin bêjin ka azadiya gelê me, ka mafê gelê me, ka kenê li ser ruyê zarokên me, lê rêwiyên azadiyê li her dere welatê me bi çek û rext peçabûn û kêm mabû ku mizgîniya azadiyê bilind be li ser welatê me. Em bi wan rêwiyan hêvîdar bûn.

Dema şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkir û alên bi rengê kesk û sor û zer li asîmanan bilind bû, min wê demê got ‘ezê bibim ciwana welatekî azad. Êdî ezê bi zimanê xwe bixwînim û bi cil û bergên xwe bêm naskirin.’Êdî zarokên vî walatî wê bi navên Kurdî werin naskirin…’

Min destpêkê cihê xwe di nava xebatê ciwanên şoreşger de girt. Ew dem ji bo min wek ezmûnekê bû ku  wek ez nû dihatim dinyayê û fêrî azadiya welat û eşqa wê dibûm. Erê; bi qasî ku nû bû ewqas jî xweş û bi wate bû. Ji ber ku dema ez wan rojan dinirxînim kêliyên herî zehmet têne bala min. Li gor ku min jiyan dikir ew deng di dil û mejiyê min de her roj bi hestekî cuda bi şoreşê re jiyan dikir. Her dirûşmeya ku bi zimanê me dihat gotin li asîmanan deng vedida. Gelek bîranînên me yê ku di nava rojên destpêkê de jiyan kir qet ji bîra min neçûye û naçe. 19’ê Tîrmehê ew roja ku min bi xwe ji xwe re got; ‘êdî ew roj ji xeyalê zarokên Kobanê ya berxwedêr naçe û wê her tim di dil û mejiyê me de zindî bimînin.’

Xeyalê min her ew bû ku rojek were ez cilê leşgerî li xwe bikim ew xeyal jî di destpêka sala 2015’an de pêk hat. Di destpêka sala 2015’an bi biryara xwe û ya malbatê ez tevlî nav refên azadiyê bûm malbata min, ez diyarî vê şoreşê kirim. Dema birayê min destê min girt û ji min re got; ‘ka em biçin cihê rast cihê pêwiste tu li wir bî’ min digot qey ez difirim di wê demê de tiştê di mêjiyê min re derbas dibû min digot pêwîste ez layiqî şehîda û keda wan derkevim û tiştên malbatê ji bo welat fêrî min kirin e ji bîr nekim.  Min jî wekî her keç û xortê vê xakê berê xwe da riya rast û birûmet. Min wekî hemû jinên şoreşger bi rêgeza welatparêziyê ji welatê xwe hez kir, bi baweriya jina azad, jina ku xwe gihandiye asta ‘xwebûnê’ bi dil û mêjiyê xwe bi ramanên Rêberê xwe û meşa xwe di şopa şehîdên welatê xwe de kir rêwî.

Ji bo her jinekê biryara herî bi wate ku ji bo jiyana xwe bide bêguman ev biryarin ez jî kêfxweş û serbilindim ku min ev biryar daye.

Dema cara yekem min cilên leşgerî li xwe kir min hestekî pir cuda jiyan kir di nava van hestan de bûme rihek ku bikaribim her roj, bi vê rojê jiyan bikim û bikaribim layiqî vê rojê derkevim. Ev ji bo min wek zayînek nû bû. Her hevalekê dixwast navekê li min bike min got ‘navê min Amargî ye ev nav Şehîd Kendal beriya şehîd bikeve li min kir û ez navê xwe naguherim.’ Ezê heya dawî layîqî vî navî û keda Şehîd Kendal derkevim. Şoreşa Bakur Rojavayê Sûrî bi pêşengtiya jina Kurd destpêkir û bi hezaran jinên netewê din li dû jinên Kurd ber bi rastiya vê şoreşê ve hatin.

Ji bo şoreş pêk were hewldanên pir mezin û bi wate hatin dayîn. Bi van hewldanan rêxistinkirina gel pêk hat û dîwarê tirsê hat şikandin. Îro jî roja 19’ê Tîrmehê bi hemû germahiya xwe di bîra me de ye. Rêber APO ji bo di welatê me de ev şoreş pêk were xwedî kedeke pir mezin e ku tu gotin û tu şîrove yê nikaribe vê kedê û vê hewldanê pênase bike. Dîsa rêhevalên me yê ku canê ciwan di vê şoreşê de diyarê welatê xwe kirin bi hezkirineke mezin pakrewanî pêşwazî kirin. Di vê şoreşê de her bîranîn jî pariyek ji vê jiyana girnabiha ye. 19’ê Tîrmehê roja ku ji bo me hîmê jiyaneke nû re bû dîrok, hîna jî ji bo azadiya Kurdistan û hemû gelên bindest hêviye. Carek din bi wesîleya vê roja pîroz şehîdên vê şoreşê re soza pêkanîna civaka demokratik, ekolojik û jina azad nû dikim û dibêjim azadî bi hezkirina welat a pakrewanan ve pêkan bû.

AMARGÎ ROHENDA