Home 2026 Şandeyek Ji Aktivîstên Alman Serdana YPJ’ê Kirin.

Şandeyek Ji Aktivîstên Alman Serdana YPJ’ê Kirin.

97

Şandeyek ji Aktivîstên Alman yê Delegasyon a pengavên ‘Women Defend Rojava’ û ‘Defend Kurdistan’ serdana YPJ’ê kirin. Şande ji aliyê Endama fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Destîna Heleb û Bêrîtan Heseke  ve hatin pêşwazîkirin.

Her wiha Endama fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn derbarê entegrasyona YPJ’ê de axivî û wiha anî ziman: ‘Sedsala 21’an, sedsala nîqaşkirina çareseriya ne, sedsala pêşengtiya jinane, ev jî kes nikare jibîr bike an jî înkar bike. Jin bi xwe hatiye wê astê ku îradeya xwe bibîne û xwe nas bike. Dema ku me dest bi şoreşê kir em bi hêjamerek pir kêm ya bi çend kesan bûn, em ji wir hatin vê rojê.’

Herwiha di dawiya hevdîtinê de Aktivîstên Alman pirtûkek ji zimanê Almanî ya bi navê ‘Pirtûka dest a Vegera Wekheviyê’diyarî YPJ’ê kirin û li ser navê YPJ’ê jî Endama Fermandariya Giştî Rohilat Efrîn desmal diyarî wan kirin.