Emê şoreşa xwe bi ruhê Arîn Mîrkan û Amara’yan biparêzin

90

Ji gelê me û raya giştî re!

Em salvegera 8. Ya şoreşa 19’Tîrmehê , di serî de ji mamoste û feylesofê jiyan azad, ji Rêber APO re, ji hemû şehîdên ku canê xwe bexşaneyî axa welat kirine, li tevahî gelê Rojhilata navîn û gelê Bakûr- Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Di şexsê avakarên vê şoreşê Xebet, Herekol, Silava, Rûksen, Jînda, Zîn û Warşîn em hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û careke din soza xwe ya serkeftinê li hemberî tekoşîn û egîdbûna wan nû dikin.

Rastiya gel û civaka ku Rêber APO 20 salan ji bo wî kar, xebat û tekoşîn meşandiye, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re nûjen bû. Şoreşa Rojava, bi pergala xwe ya netewa demokratîk ya ku di pêşengiya jinê de hemû gelan di nava xwe de hembêz dike, li seranserî cîhanê bû modeleke alternatîf. Di sala 2010’an de li welatên Ereban pêla serhildanê li Tûnisê destpêkir, gav bi gav herikî nava her bajar û welatî da ku navê vê serhildanê bû, bihara gelan. Ev bihar di sala 2011’an de desrbasî Sûriyê bû. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ku bi salan bû di bin zilma rejîma Baas de jiyan dikir, rabû ser piyan. Ev rabûn heqîqeta xwe ya herî şênber û pîroz di pêngava 19’ê Tîrmehê de pênase kir. Ji ber şoreşa 19’ê Tîrmehê ku weke şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê hate nasîn, di nava demeke kin de veguherî şoreşa hemû gelên Sûrî. Gelê Ereb, Sûryan, Çerkez, Ermen, Tirkmen bi baweriyên xwe yên cihêreng ve pênaseya xwe ya şênber di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de dîtin.

8 salên bihorî ji bona gelê Sûrî û bi taybet weke gelê Kurd salên bi tekoşîn û berxwedanê dagirtîbûn. Bi qasî serkeftin û destkeftiyên ku hatin bi dest xistin ewqasî êş û janê wê jî xwe dane der. Di serî de jin, tevahî civaka me ji destê çeteyên hov rastî destdirêjiyeke bê sînor hatin. Ji bo parastina axê û xilasiya vî gelî, bi hezaran hevrêyên me yên ku di rêwîtiya azadiyê de canê xwe feda kirin, bêy ku li pey jiyaneke erzan bigerin, bûn avaker û xwediyên heqîqeta şoreşê. Gelê me yê leheng ku heya roja îro li rex şervanên xwe disekine û li berxwe dide, ji hemû cîhanê re ev rastî nîşanda ku şoreş bi berdêlên giran bûha ve ava dibe.

Êrîşên ku li ser vê xakê hatin kirin êrîşên ne ji rêzêbûn. Di serî de dewleta Tirk, bi hevkariya hêzên hegemon ên navdewletî şerekî têkbirina vê şoreşê hate destpêkirin. Ev şer heya roja îro bi awayekî dijwar didome. Li hember vê dagirkeriya giran bi hezaran rêhevalên me canê xwe kirin mertal û heya henaseya xwe ya dawî destanên lehengiyê nivîsandin.

Ev hêzên dagirker di her êrîşeke xwe de herî zêde dest dirêjî jinê kirin. Xwestin rabûna jina Rojavayî û tevahî jinên bakur-rojhilatê Sûrî ku di şexsê YPJ’ê de şênber bûye bifetisînin. Ji ber wê jî rêbazên xwe yên herî hovane li dijî jinê bikar anîn. Lê bersiva jinan ji hovîtiya wan meztir bû. Piştî ku rastiya Jina Kurd di Kobanê de di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvan’an ji hemû jinên cîhanê bû çavkaniya hêz û serhildanê, vê carê li Efrînê li dijî hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk Avesta û Barînê canên xwe yên ciwan kirin feda ji bo xaka welatê xwe. Ruhê van rêhevalên me yên leheng bû domdariya mîrate û çanda berxwedana jina serîhildêr. Her wiha bû rûmeta gelên herêmê. Ji ber vê ye ku her diçe êrîşên dagirkeran li ser vê xakê mezintir dibe. Dewleta Tirk a dagirker tevî bi hezaran çeteyên xwe êrîşê xaka Serêkaniyê û Til Ebyadê kir. Di van herdû bajaran de careke din xwestin vîna gelê herêmê bişkînin û bê îrade bihêlin. Lê vaye îro ji bilî 2 bajarên bê mirov ti tişt bi dest nexistine. Gelê me îro di bin şert û mercên herî zor de jiyan dike, lê vîna xwe, rûmeta xwe radestî çeteyên dewleta Tirk nekirin. Hesabên ku wan dikir li gor wan pêk nehat, berovajî wê bi hevgirtina giranbiha ya gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê îro pêngava berxwedana rûmetê li hember her awayî êrîşên dagirkeriyê didome. Gelê herêmê bi israre ku pergala netewa demokratîk ava bike û bi hev re li ser xaka xwe ya ku bûye mînaka mozaîka gelan, jiyan bike.

Em weke fermandar û şervanên YPJ’ê di ferqê de ku îro barê me girantir bûye, îro gef û xeteriyeke mezin li ser şoreşa me heye. Ji bo parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bûye şoreşa tevahî gelê Sûrî, em bi hev re bibin xelekeke ji agir da ku em destûr nedin ti hêz destê xwe dirêjî ser axa me û şoreşa gelan bike. Parastina şoreşê erka me tevane û di serdî de jî weke YPJ erka me ye. Emê bi vê giraniyê li hemberî her awayî êrîşan bibin bombeya di destê Arîn Mîrkan’an de û hemû hesabên dagirkeran vala derxin û êrîşên wan têk bibin. Careke din em salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber APO, li şehîdên şoreşê, li hemû jinên azadîxwaz û li gelê xwe yê berxwedêr pîroz dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

19 Tîrmeh 2020