Home 2026 Şandeya Partiya Jinan A Komînist A Sosyalît Serdana YPJ’ê Kirin.

Şandeya Partiya Jinan A Komînist A Sosyalît Serdana YPJ’ê Kirin.

60

Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît îro serdana YPJ’ê kirin. Şande ji aliyê Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Endama Konseya Leşkerî Destîna Heleb û Endama Konseya Leşkerî Berxwedan Qamişlo ve hatin pêşwazîkirin.

Di şandeyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksen Mihemed axivî û wiha anî ziman: ‘Çalakiyên gel ên ji bo zimanê Kurdî, ew bîr û bawerî ku wî hestê destpêka Şoreşê dide me. Ji bo vê mirov çi bike jî mirov deyndare, taybet di vê demê de. Deynek pir mezin ya vî gelî di stuyê me de ye em ê hewl bidin layîqî vî gelî derkevin.’

Her wiha di dawiya hevdîtinê de Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît wêneyê jina pêşeng Sakîne Cansiz (Sara) diyarî YPJ’ê kir.