Jinên têkoşînvan ku hebûna xwe bi fikrê azadiyê îspat kirine, di kesayeta xwe de pênaseya herî rasteqîn a jina xwedawend kirin. Bi vê bîr û baweriya dîrokî a kûr, bi hezaran jinan berê xwe dan nava refên azadiyê.
Li Rojava di nava refên YPJ’ê de jinên ciwan bi awayek çalak cihê xwe girtin, li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, li berxwe dan û bûn parêzvanên mirovahiyê.
Hevrêyên me Toprak Denîz, Hêzil Tolhildan û Cûdî Rohilat bi sekna xwe ya şerker û vîna xwe ya ji pola, di meşa azadiyê de ti carî ji pîvanên heqîqetê tawîz nedan. Wan di rêya Neteweya Demokratîk de roleke stratejîk girtin ser milê xwe û parastina jin û gelan ji bo xwe esas girtin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe ya bilindkirina ala têkoşîna şehîdan di her kêliya jiyanê de nû dikin.
Hevrêya me Ezîze Ekîncî bi nasnav Toprak Denîz, di nava malbateke welatparêz li ser xaka qedîm a Sêrtê di sala 1991’an de çavên xwe li cîhanê vedike. Di temenek biçûk de di nava rastiya agirê serhildanên Botanê de mezin dibe. Rastiya gelê Kurd ku wek nasname, ziman û çand nedihat pejirandin, di wî temenê xwe yê ciwan de fêm dike û fikrê Rêber APO nas dike. Li ser vê bingehê jî tevlî xebatên ciwanan dibe. Kolan bi kolan di nava gel de kar û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne û dibe pêşengeke civaka exlaqî û polîtîk. Kesayetiya wê ya dilnizm, fedakar û zana dihêle ku ciwan hemû li dora wê bicivin. Zanîngeha Stenbolê beşa Zanistên Siyasî û Jeofizîkê dixwîne. Di nava hevalbendên xwe de jî bi jêhatîbûna xwe tê naskirin.
Dema ku şahidiya barbariya DAIŞ’ê dike, ew jî weke ciwaneke Kurd berê xwe dide qada Rojavayê Kurdistanê û di sala 2014’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe.
Di nava rastiyên dijwariya şerê Rojavayê Kurdistanê de kesayetiya xwe ava dike. Di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibe û digihêje asta şoreşgereke pêşeng. Di gelek xebatan de di asta fermandariyê de cih digre û dibe mînaka fermandara demê.
Hevrêya me Toprak Denîz bi kesayetiya xwe ya dilnizim, di dilê her hevrêyeke xwe de şopeke nemir hişt. Di 18’ê Çileya 2026’an de, li bajarê Reqayê dema ku li dijî êrîşên komên çekdar şer dike, ew û komek hevrêyên xwe tevlê karwanên nemiran dibin.
Hevrêya me Vercîn Menal bi nasnav Hêzil Tolhildan, li keleha berxwedanê ya Helebê, di hembêza xaka berxwedêr de çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Hêzil, di temenê xwe yê ciwan de pê dihese ku; azadî ne diyariyek e, lê jiyaneke ku bi têkoşînê tê afirandin. Di nava refên YPJ’ê de, xwe bi fikir û felsefeya “Jina Azad” ji nûve ava kir û kesayetiya xwe bi bîrdoziya rizgariya jinê xurt kir. Di pêngavên dîrokî yên wekî Dêrazor û Bendava Tişrînê de bû pêşenga dilwêrek a cengên giran. Hevrê Hêzil, di dîroka 19’ê Çileya 2026’an de, li Dêrazorê, di encama êrîşeke xedar a çeteyan de ku bi wêrekiyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî şer kir û li ber xwe da, tevlî karwanê nemiran bû.
Hevrêya me Culyana Sîdo, bi nasnav Cûdî Rohilat ku ew jî li bajarê berxwedanê Helebê jidayîk bûye, di temenek ciwan de xeteriyên li ser gelê xwe ferq dike û biryara tevlêbûna nava refên YPJ dide. Bi tevlêbûna xwe ya bi coş û hêrsa xwe ya tolhildanê ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya moral û baweriyê.
Hevrê Cûdî di dîroka 18’ê Kanûna 2025’an de, di encama kemîneke xedar a çeteyan de, tevlî karwanê nemiran dibe.
Em wekî şopdarên van hevrêyên xwe, careke din dubare dikin ku emê di hemû kêliyên xwe yên têkoşînê de sekna wan ji bo xwe mînak bigrin. Misogerkirina siberojek azad û bi ewle wê erka me ya sereke be.
29.03.2026
Fermandariya Giştî ya YPJ
Nasnameyên Hevrêyên me yên Şehîd wiha ne;
Nav û Paşnav: Ezîze Ekincî
Nasnav: Toprak Denîz
Navê Dayîk: Suheyla
Navê Bav: Îsa
Dîroka Şehadetê: 18’yê Çileya 2026’an Reqa
Nav Û Paşnav: Vercîn Menal
Nasnav: Hêzil Tolhildan
Navê Dayîk: Nura
Navê Bav: Elî
Dîroka Şehadetê: 19’yê Çileya 2026’an Dêrazor
Nav Û Paşnav: Culyana Sîdo
Nasnav: Cûdî Rohilat
Navê Dayîk: Roşîn
Navê Bav: Dilbirîn
Dîroka Şehadetê: 18’yê Kanûna 2026’an Reqa










