Home 2026 Bi Munasebeta Cejina Akîto

Bi Munasebeta Cejina Akîto

161

Bi hatina bihara nû û vejîna gerdûnê re, em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Cejna Akîto ya gelên me yên Suryan, Aşûr, Kildan û li tevahiya jinan bi dilgermî pîroz dikin.

Akîto ne tenê destpêka salekê ye; ew sembola berxwedan û hebûna kevnar a koka Mezopotamyayê ye. Em bawer dikin ku bi vîna jinên azad û tifaqa gelan, jiyaneke demokratîk mîsoger e.

Bila ev cejn bibe wesîleya aştî û serkeftina hemû gelên herêmê. Bi ruhê “Jin, Jiyan, Azadî” sala nû ya Akîto li we pîroz be!

 

Fermandariya Giştî ya YPJ

1’ê Nîsanê 2026