Biboneya Cejna Qurbanê , di saetên berbangê de şêniyên bajarê Kobanê, malbatên şehîdan, sazî û dezgehên civakî yên Kobanê berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle û serdana gorên keç û xortên xwe kirin û hemû şehîdên Berxwedana Kobanê bibîr anîn.
Li goristanê, şêniyên Kobanê û malbatên Şehîdan gul danîn ser gorên Şehîdan, duayen xwe xwendin û şekir belav kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê










