Nûçe

Nirxa herî bilind a fedakariyê…Nemirbûyîn

 

Nemirbûyîn bi qasî wateya xwe ye kûr, peyveke pîroz e. Armanca hemû gelan mayîndekirina dîrok, ziman û çanda xwe ye. Ji ber wê jî mirovahî ji destpêka civakbûyînê ve hertim li pey nemirbûyîne gerîyane. Hindek kesan xwestine tegeha nemirbûyînê di aliyê maddî de biserbixînin. Mîtolojiya Gilgamêş û Firewanên dema Îbrahîm jî mînakê bêmiriniya maddî ne. Jinên Kurd û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kurdistanê wateya nemirbûyînê ji wateya vê ye maddî ber bi  wateya wê ya rasteqîn birin. Nemirbûyîn ji bo jinên Kurd îfadeya jiyan û berxwedaniyê dike.

Şehîd Kesên Xwedî Jiyana Azad

Têgeha nemiriyê yek ji mijarên herî balkêş  e. Nemirbûyîn li ser esasê dilxwazî, fedakarî, hezkirina jiyanê û nepejirandina felsefeya mirinê û dûrketina ji xwestekên takekesî xwe diafirîne. Berjewendiya welat ji bo hindek kesan dibe sedema xwebexişkirinê. Ji bo aştî, aramî û ewlehiya welat çi destê şoreşgera tên dikin. Psîkolog Adler dibêje ‘mirov xwe ji bo xatirê welat feda bike, fedakariya herî mezin û herî bilind e’. Li gorî psîkolog Adler ev fedakarî reftareke  jiyanêye û çavkaniya xwe ji jiyanê digre,  xwe digihîne asta herî bilind.

Ruhê rizgariyê bi hebûna jinê ve girêdayî ye

Jin di destpêka afirandinê ve ev têgîn di genên xwe de hewandiye. Di cewherê xwe de girêdayî hestane  û wateya xwe ya herî bilind bi destpêka pêkhatina komên mirovan heta roja me ya îro jî didomîne. Gelek efsane û çîrok li ser hatine nivîsandin. Jinê ji bo mirovahiyê  xizmet kir, ji bo gel û civaka xwe jiyaneke bi wate afirand. Ji ber vê yekê ji bo  jiyana nû xwe fedayî mirovahiyê kir û bû dermanê civak ê.

Nirxa Ku Hatiye Înkar Kirin

Dîroka mirovatiyê jî, mîna dîroka xwedavendan bi gelek çîrokên fedakariyên ve tijî ye . Çîrokên dayikên ku ji bo zarokên xwe jiyana xwe feda kirine, şervanên ku ji bo xatirê welatê xwe bûne şehîdên parastina ax û rûmeta xwe her dem hatine vegotin. Di huner, muzîk, sînema, wêje û wêneyan de qala van fedayiyan tê kirin. Ev heqîqeta ku tê jiyan kirin bingehê şaristaniya mirovahiyê ava dike. Ger ev nirxên ku xwerêveberiyê fedekar temsîl dikin nebûyana, civakan nikaribûn bibûyana xwedî dîrok,rûmet û nemir bûyin ê. Ev fedakarî cewhera rasteqîn ya ku dibin erd û asîmanan maye derdixîne holê. Ev tê wateya ku fedakarî riya yekane ye ku em dikarin bikin navgîna jiyana xwe.

Prensîb Temamkirina Berxwedanê û Rizgarkirina Jiyana Civakan e

Jina di nava Yekîneyên Parastina Jin de heman jin e ku ji aliyê hişmendiya  zilamtî ve rastî zext û zordariyê hatiye. Jinê barê gûhertina civakê hilgirte ser milên xwe. Ji ber ya ku ezmûnên tal jiyane dikarin nêrîna civakan biguherînin. Wê jin çolên nezanînê û dagirkeriyê rizgar bikin. Jinan şerê rizgariyê,xilasbûyîn û tabûrên destpêkê yên azadiyê damezrandin.

Jin di nava Yekîneyên Parastina Jin de ji bo jiyana azad a civaka xwe û mirovahiyê amade ye ku bimire û xwe feda bike. Nirx û ramanên ku bûne sedem bi sedan jin di yekîneyan de cih bigirin afirandin. Ji bo xatirê wê şehîd dikevin û dibin sembola nemiriya xwedawenda dayik. Dema ku mirovatî gihişte rewşa xwe ya îro, pirsgirêka demokrasî û jiyana azad yek ji nirxên herî girîng ên mirovatiyê bû û şervanên fedayî jî di vir de li hemberî destiladariya heyî bûn pêşeng   û roleke roleke diyarker leyîstin.

Tevgera jinên Kurd ya civaka xwe diparêze, ji hemû tevgerên azadîxwaz yên navneteweyî re, bi qasî ku ji jiyanê hez dike, bi qasî ku jiyana bindest red dike û nasnameya xwe dijî dibe çavkaniya hêz ê. Armanca şervanên YPJ’ê nirxên bedew yên azadiyê gihandina hişmendiya siyaseteke herî jor. Gotina Leyla Qasim “sibê ez ê bibim bûka Kurdistanê” û gotina rêheval Xeyrî ku mehkûmî mirinê ye (li ser tirba min binivîsin ku ez deyndarê Kurdistanê me) tenê hişmendiya dîrok û mirovahiya bi rûmet nîşan dide.

Em dikarin bêjin ku xwezaya rizgarîxwaz her tim ji bo bêmiriniyê peyda bike û bedena civakê bi awayekî xwezayî bi kevneşopiya berxwedanê ya demdirêj hildiberîne. Di dawiyê de, ji bilî van şehîdên leheng, mirov dikare bibêje ku şervanên YPJ’ê navgîna berxwedanê ne, koma ku bêhêvî neketine û meşa xwe ye berxwdanê bêwestan berdewam dikin. Rewşa têkoşînê zindî ye û hewl dide koka têkoşînê ji bo nifşên paşerojê bihêle. Berxwedana  Yekîneyên Parastina Jin, bêdawî û bêdawî ye.

Gotarên Têkildar

Back to top button