4’ê Nîsanê Li Herêma Firatê Hate Pîroz Kirin

4

 

Îro bi boneya 4’ê Nîsanê û damezirandina salvegera 10’emîn ya  YPJ’ê (YÊKÎNEYEN PARASTINA JIN) li herêma Firatê şahiyêk hate lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şervan û Fermandarên YPJ’ê di heman demê de Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya Herema Firatê amedê bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Serokatî, Şehîdan û ala YPJ- QSD’ê  hatîbû xemlandin.

Şahî bi deqayêk rêz girtinê destpekir, piştî rêzgirtinê ji bo rojbûna Rêber APO bi sedan dar hatin çandin. Piştî çandina daran li ser navê YPJ’ê şervana bi navê Arjuwan Reqa ji bo girîngiya rojê axaftin kir. Arjuwan Reqa, di axaftina xwe da bal kişand ser girîngîya roja 4’ê Nîsan’ê û wîha got: “Em wek şervanên YPJ’ê roja rojbûna Rêber APO û salvegera damezrandina 10’emîn ya YPJ’ê hemû gelan pîroz dikin”.

Pîrozbahî, bi stran û gerandina govendê dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ’ê