DaxuyanîNûçe

Em Minnetdarê Fermandar Gûlçiya Gabar in

 

Em Minnetdarê Fermandar Gûlçiya Gabar in

Tekoşîna li hemberî feraseta mêr dewlet a ku çavkaniya faşîzmêyê bi berxwedaniya Fermandarên weke Gûlçiya ve tê têk birin. Hevrê Gûlçiya li ser xaka welat bihûst bi bihûst tekoşîneke bê eman a azadiyê da meşandin. Bi rihê xwe ye ku gêhiştiye sirra bê dawîbûnê,  bû yek ji afirenerên jiyana azad.

Hevrê Gûlçiya weke jineke Kurd bi armanca ku nasname û hebûna gelan ji dagirkeriyê xilas bike, her kêliya jiyana xwe bi rihê berxwedaniya jin  ve hûnand. Ji bo tevahî jinan jî mîrateyeke berxwedaniyê a dîrokî hêlişt.  Xeta jiyana azad di kesayeta hevrê Gûlçiya de xwe şênber kiri bû. Tekoşîna şoreşgerî a ku li hemberî artêşên dewletan hate dayîn de, Fermandar Gûlçiya bi fedakariyeke mezin ji bo mafê jiyanê şer kir û ev yek kire navgîna jiyana xwe ye şoreşgerî. Hevrê Gûlçiya ji çiyayên Kurdistanê weke hawariya serdemê ji bo gelê xwe ye Bakûr Rojhilatê Sûrî ji belaya cîhanî a DAIŞ’ê biparêze berê xwe da Şoreşa Jin a Rojava. Fermandar Gûlçiya dema ku çeteyên DAIŞ’ê şûrê xwe ba dikirin û li ser gelê herêmê ve dihatin, bi rihê werekiya jina Kurd canê kire mertal. Fermandar Gûlçiya di pêngavên rizgarkirina Tilberak,Şedadê,Tilhemîs,Hol, Çiyayê Kezwanan, Silûk,Eynîsa, vekirina korîdora di navbera Girêsipî û Kobanê de, Mebrûka, Serêkaniyê, Cezaa û heta Mekmena Dêrazorê cihê xwe di nava berxwedaniya dîrokî a Rojava de girt. Di nava berxwedaniya Şoreşa Rojava da, hem li hemberî zilmê  şer kir hem jî weke fermandareke jin şer birêvebir. Gûlçiya serpêhatiyê Egîdiya jina ku Rêber Apo afirandiye ye.

Li ser vê bingehê em di serî de ji bo malbata hêja a Fermandar Gûlçiya Gabar û gelê xwe ye ku xwedî nirxên wiha yên pîrozin sersaxiyê dixwazin. Em weke YPJ minnetdarê  fermandar   Gûlçiya Gabar in. Hevrê Gûlçiya ji bo pêkanîn û mayîn de kirina  şoreşê bi rihekî berz û pîroz tekoşîn kir. Xeta azadiya civaka me a ku îro şênber bûye û ber bi serkeftineke teqez ve diçe jî bi saya keda Fermandarên weke Gûlçiya ve gêhîştiye van rojan. Emê weke YPJ, weke şervanên Fermandar Gûlçiya Gabar heta dawî bibin sozdarê pêkanîna armanc û doza wê.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

01.05.2023

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button