Nûçe

Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye

 

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik li herêma xweser a Katalonyayê, bi Seroka Parlamentoyê û nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.

Sozdar Dêrik li ser vexwendina parlamentoya Katalonya ku herêmek xweser a girêdayî Îspanyayê ye, çû vî welatî.

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li vir bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê Alba Vergés  Bosch, nûnerê Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê ( ERC – Esquerra Republicana de Katalonya)   Wagensberg re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê, êrîş û şantajên (mijara avê û hwd.) dewleta Tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di warê leşkeri, siyasî û civakî de tê meşandin jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn û bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye, ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin.

TEVLÎ PANEL Û PÊŞENGEHAN BÛ

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik ku rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî wê da, tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. Her wiha di panelek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve hat birêvebirin û zêdetirî 400 kes beşdar bûn de jî, pirsên mêvanan bersivandin. Hûn dikarin li ser vê lînkî temaşe bikin:

https://peertube.plataformess.org/w/iyYtFgTMyQLVscSgGkxo6Z

Sozdar Dêrik tevlî fuara pirtûkan a li Barcelonayê jî bû. Di dema serdana Dêrik a fuarê de pirtûka nivîskar Dilar Dirik a bi navê “Tevgera Jinên Kurd/Dîrok, Teorî û Pratîk” ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje jî, hat danasîn.

Hevditinên Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik didomin.

Hûn dikarin hevdîtina ji aliyê kanala Katalanî a bi Endama Fermandariya Giştî a Sozdar Dêrik re li ser vê lînkê temaşe bikin:

https://www.ccma.cat/tv3/alacarta/mes-324/sozdar-derik-si-erdogan-guanya-les-eleccions-a-turquia-les-dificultats-per-al-poble-kurd-seran-mes-grans/video/6222328/

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu