Sala 2025’an wê Bibe Sala Şoreşa Jinê û Serkeftina Gelan

Me saleke bi rûdanên girîng, gengeşeyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li beramberî vê jî berxwedana berfireh a gelan, li pey xwe hişt. Di tevahiya salê de weke gelên bakur-rojhilatê Sûriyê li hemberî hemû êrîşên qirkirin û dagirkeriyê sekna gelê me û hêzên parastinê, cardin biryardariya me ya ji bo jiyana wekhev û azad nîşan da. Her sala nû bi hêviya aramî û ewlehî û dilşadiyê tê pêşwazî kirin. Lê mixabin ku hêzên dagirker jî hewl didin vê hêviya gelan bi kiryarên xwe yên dij mirovî bitepisînin.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em di hemû waran de li hemberî ferasetên ku derfeta jiyanê nade jin û civakan şerê hebûnê didin meşandin.
Geşedanên dawî li herêmê qewimîn, bi taybet ji bo jinan û gelan pêvajoyeke nû destpêkir. Ev guhertinên nû gelek aloziyên siyasî û civakî yên li herêmê geştir kir. Em di demên wisa re derbas dibin ku mirov ji ber nasnameyên xwe yên çandî û bawerî rastî îşkenceyên fîzîkî û tundiyên psîkolojîk tên û bi awayek hovane tên qetilkirin. Tişta ku civakan dike hebûn pir-rengiya çandî, bawerî û netewî ye. Li hemberî gelên Elewî, Xirîstiyan û Durzî qirkirin pêk tê. Her wiha li hemberî herêma me ya bakur-rojhilatê Sûrî êrîşeke plankirî ya dagirkirin û qirkirinê pêk tê.
Li hemberî ev kiryarên ku netew, çand û baweriyan dike armanc, parastina nirxên civakê ji bo me erkeke sereke ye. Di Sûriyeya nû de divê maf û ewlehiya hemû nasnameyên netewî û baweriyan qanûnî bibe. Her wiha ji bo jin û civak li Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de bijîn, ji her demê zêdetir pêwîstî bi xwe parastinê heye.
Di Sûriyeya nû de, pewîste hemû maf û destkeftiyên jinan ku mînaka wê ya herî berbiçav li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tê, ango divê wekheviya zayendî, temsîliyeta wekhev û pergala hevserokatiyê, her wiha hevpeymana civakî esas were girtin û bi vî rengî wê Sûriye ji bo Rojhilata Navîn bibe modela demokrasî û wekheviyê.
YPJ sala 2025’an ji bo parastina destkeftiyên şoreşê di eniyên şer û berxwedanê de pêşwazî dike. Gelê me yê berxwedêr jî bi fedekariyeke mezin li gel zarokên xwe cih digrin.
Her sala nû bi xwe re hêviyên nû jî dîtine. Bi hêviya ku sala 2025’an ji bo tevahî gelên Sûriyê bibe sala ewlehî, azadî û demokrasiyê. Em tevahî şehîdên xwe yên azadiyê di şexsê Şehîd Ronahî, Arjîn, Yildiz û Avaşîn de bi bîrtînin, diyar dikin ku wê meşa me ya li ser şopa rastiya şehîdan bê navber didome. Em weke YPJ sala nû li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, li hemû jinên cîhanê, tevahî gelan û li hevrêyên xwe yên di çeperên şer de têkoşîneke dîrokî dimeşînin û li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
31.12.2024