
Li eniyên berxwedana Qereqozax û bendava Tişrînê de berxwedaniyeke mezin û dîrokî tê jiyîn. Li beramberî êrîşên hovane yên çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê, şervanên YPJ’ê rêzeçalakiyên bi bandor lidardixin. Di van rêzeçalakiyan de di çarçoveya mafê parastina rewa û bersivdayînê de, derbên giran li dagirkeran tên dayîn.
Di 25’ê Kanûnê 5 şervanên azadiyê li Qereqozaxê gihîştin şehadetê. Şervanên YPJ ji bo tolhildana rêhevalên xwe yên têkoşînê Şehîd Jînda Botan, Dîlan Şoreş, Weten Dêrezor, Xerîb Hesekê û Egîd Serêkaniyê li Qereqozaxê rêzeçalakî pêk anîn. Di çalakiya ku hatiye lidarxistin de çeperên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker hate hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de çeperên dagirkeran bi temamî hatin rûxandin.
Şervanên Jin yên meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê jî 3 çeteyên dagirker yên ku amadekariya êrîşan dikirin, hedef girtin. Di encama vê çalakiya şervanên jin de jî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPJ
04.01.2025