Fermandar Bêrîtan û Hevrê Avzem Bûn Sembola Wêrekiya Demê

Hevrêyên me Xalîde Ebdulah bi nasnav Bêrîtan Şoreş û Tulay Mihemed bi nasnav Avzem Çiya li eniyên berxwedana bendava Tişrînê û Sirînê dema ku li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst, di eniyên şer de bûn, tevlî nava karwanên nemiran bûn. Hevrêyên me Bêrîtan û Avzem heya dawî bi bîr û baweriyeke mezin parastina welat kirin.
Tekoşîna me ya welateke azad ku bi yekîtiya ruhî ya şervan û gelê me têşe girtiye, armanca xwe bi awayekî pir zêlal daniye holê. Ev azwerî û biryardariya bilind ku tu astengiyan nas nake, berdêl çi dibe bila bibe wê bênavber bidome. Sekna şervanên YPJ’ê ku îro li tevahî çeperên parastina welat de tê raber kirin, cardin vîn û hêza jinê ya ku mohra xwe li dîrokê dixîne nûjen dike.
Em di şexsê Fermandar Bêrîtan û hevrê Avzem de hevrêyên xwe Mistefa Hemo, Can Efrîn, Şam Qamişlo, Ciwan Qamişlo, Şahîn Tirbespiyê, Zuhêr Ebdullah Elî, Mîrxan Ebdulqadêr Îbrahîm, Ehmed Mihemmed, Diyar Qamişlo, Silo Qamişlo bi bîrtînin û wê dîroka azadiya gelan berxwedaniya şehîdên me yên nemir tucar ji bîr neke. Wê berxwedaniya Bendava Tişrîn û Qereqozax di şexsê lehengên welat de teqez bigêhêje armancê.
Hevrêya me Xalide Ebdulah bi nasnav Bêrîtan Şoreş, di nava malbeteke xwedî çanda welatparêz û di zanista nirxên azadiyê de li Serêkaniyê ji dayik dibe. Ji malbata hevrê Bêrîtan tevlîbûna ji refên û şoreşê re çêdibin, di warê girêdana tekoşîna azadiyê de bandoreke mezin li ser wê dike. Xwûşk û birayên fermandar Bêrîtan jî di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe digrin, ji bo azadiya welat şer dikin û tevlî karwanên nemiran dibin. Xwûşka hevrê Bêrîtan di sala 2015’an de di pêngava rizgarkirina Holê de şehîd dibe, hevrê Bêrîtan jî di heman salê de navê xwûşka xwe radike û wisa tevlî nava refên YPJ’ê dibe.
Fermandar Bêrîtan di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi sekna xwe ya dilnizm û girêdana xwe ya bi tekoşîna azadiyê re bû îfadeya kesayeta mîlîtan a jin. Weke fermandareke jin di her şert û mercî de bû hêza çareseriyê û bi tevlîbûna xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Sekna xwe ya durûst, vekirî û bi îstîqrar weke fermandareke demê jiya û bi sedan şervanên jin yên Ereb û Kurd perwerde kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî bi awayekî çalak cihê xwe girt. Di rizgarkirina bajarê Reqa heta Baxozê de li hemberî tarîtiya serdemê di eniyên hêrî pêş de cihê xwe girt. Di gelek xebatên taybet yên di nava Yekîneyên Parastina Jin de jî bi awayekî aktîf kar û xebat da meşandin. Hevrê Bêrîtan herî dawî jî weke yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê, bi îdea û biryardariyeke mezin, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi taktîk û stratêjiya şerê serdemê, derbên giran li dagirkeriya Tirk xist. Fermandar Bêrîtan di dîroka 4’ê Çileya 2025’an de di encama lêdana balafirên keşfê de tevî rêhevalek xwe gihîşt asta şahadetê. Fermandar Bêrîtan bi berpirsyartiyeke şoreşgerî ji erkên demê re bû bersiv û heta kêliya dawî ya jiyana xwe de jî bi pîvanên jina azad bawer bû û ji bo azadiya welat tekoşîn kir.
Hevrêya me Avzem Çiya li bajarê raperînê Qamişlo ji dayîk dibe. Rûxmî hemû sepandinên pergala modernîst jî hevrê Avzem di bijarteya xwe ya tekoşînê de bi zanebûna lêgera welatek azad tevgeriya û di sala 2022’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Avzem Çiya ji bo bikaribe têkoşîneke xurt bimeşîne, xwe di demeke kin de di warê çanda şoreşgertî û ramanên Rêber Apo de kûr dike. Bi dîtina perwerdêyên leşkerî re di warê taktîk û stratêjiya serdemê de gihîşt asteke xurt ya lêhûrbûnê û di eniyên Bendava Tişrînê de jî heta kêliya dawî, ev lêhûrbûna xwe bi awayekî pratîk nîşan da. Di nav hevrêyên xwe de bi taybetmendiyên xwe yên durûst, kedkar û wêrek herdem bû xwedî ciheke giranbûha. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşên dagirkeriyê pêk anîn, bi heman ruhê ji bo ku bikaribe cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de bigre, bi xwestekeke mezin û hêrsa tolhildanê berê xwe da çeperên berxwedanê. Hevrê Avzem li hemberî dagirkeran sekna jina wêrek nîşan da û di dîroka 2’ê Çileya 2025’an de di pevçûna li bendava Tişrînê de, heta kêliya dawî şer kir û tevî hevrêyên xwe hemû êrîşên dagirkeriya Tirk şikandin û bi qehremaniyeke mezin tevlî karwanên nemiran bû.
Em ji bo tevahî gelê xwe yê azadîxwaz ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û rûmeta netewî li ber xwe didin, bi taybet jî malbatên qedirbilind û hêja yên hevrêyên xwe Bêrîtan û Avzem re sersaxiyê dixwazin. Weke Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), emê herdem li ser şopa şehîdên xwe bin ta ku xeyalên lehengên welatê me bibin rasteqîn û azadiya welat mîsoger bibe.
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
06.01.2025