Şehîd Avaşîn Efrîn Şoreşgereke Bêtirs Bû

Em şervana xwe Avaşîn Efrîn ku di têkoşîna li dijî çeteyên dewleta Tirk ya dagirker li Sirînê gihîşt şehadetê, bi rêzdarî bi bîr tînin û vê teqez dikin ku wê têkoşîna şehîdan bigihîje serkeftinê.
Rêhevala me Ezîza Hisên bi nasnav Avaşîn Efrîn li bajarê pir-çand û welatparêz ya Efrînê ji dayik bû. Dema ku dagirkeriya Tirk bi awayeke hovane êrîşê Efrînê kirin, ew jî wek bi hezaran gelê Efrînê ji bo ji komkujiyê xilas bibin, bi malbata xwe re derbasê Şehbayê bû. Li Şehbayê jiyana koçberiyê û êşên veqetîna ji axa pîroz, rê li ber êşeke mezin vekir. Lê wê êşên xwe quluband hêrs û ramaneke xurt ya têkoşînê. Li ser vê bingehê jê di heman salê de tevlî nava refên YPJ’ê bû.
Rêhevala em Avaşîn Efrîn piştî ku perwerdeya şervanên nû dît, ji bo ku di warê leşkerî pispor bibe, derbasî Akademiya Leşkerî ya Operasyonê bû û bi awayeke xurt xwe perwerde kir. Avaşîn Efrîn rastiya jina azad têgihîşt, ev yek di kesayeta wê de baweriyeke mezin da çêkirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku xwe dispêre Şoreşa Jinê, ji bo hevala Avaşîn jî bû rênîşandera jiyanê. Lewma çawa ku jin di hemû qadên şoreşê de bi awayeke xurt tevlî dibin û bandora feraseta zilamsalar têk dibin, hevala Avaşîn jî bi perpirsyarî hewl da ku di qada parastinê de nasnameya xwe temsîl bike.
Avaşîn Efrîn xwe di çarçoveya rastiya Rêbertî ava dikir û girêdayî rastiya şehîdan dijiya. Her şehîdek ji bo wê dibû sedema bilindkirina têkoşînê. Têkoşîn û jiyana rêhevalên xwe yên şehîd ji bo xwe esas digirt. Lewma di jiyanê de fedakar, di têkoşînê de jî bêyî tirs, di rêhevaltiyê de jî xwedî prensîbên bingehîn bû.
Di heman demê de ji bo ku dawî li êrîş û dagirkeriya li ser welat bîne, lêhûrbûn dikir. Dema ku dewleta Tirkiyê berê çeteyan da bakur-rojhilatê Sûriyê, wê jî li gel rêhevalên xwe, di eniyên berxwedanê de cih girt.
Dewleta faşîst ya Tirk ji bo çete têk neçin her cure piştgiriyê dide wan. Herwiha ji bo têknêçûna çeteyan asteng bike jî, bi leşker, çek û teknîka xwe daxîlî şer dibe. Ruxmî ku bi hemû derferên xwe tê hewara çeteyan jî dîsa nikare pêşiya şervanên azadiyê bigire. Her roj çeteyên dewleta Tirk darbeyên girantir dixwen û ji hev dikevin.
Rêhevala me Avaşîn Efrîn jî dema li Sirînê li dijî çeteyan têkoşîn dikir, di encama êrîşa balafirên bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk de, bi rêhevalên xwe re gihîşt şehadet ê. Em ji malbata hêja û welatparêz re, ji gelên xwe û rêhevalan re sersaxî dixwazin. Emê li dijî vê êrîşan û dagirkeriyan bi vîna jina azad û rêxistinbûyî xwedî li şoreşa xwe derkevin û wiha jî xeyalên şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
08.01.2025